Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HDPê Ayşe Acar Başaran derbarêl operasyonên li dijî HDPê dibêje, “Hikûmet tola neketina Kobanî ji HDPê hildide.”
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ku di heman demê de Berdevka Tevgera Jinan e beşdarî bultena Rûdaw TVyê bû û behsa operasyonên li dijî endam, alîgir û parlamenterên HDPê kir.
Ayşe Acar Başaran helwest û daxuyaniyên berpirsên hikûmeta Tirkiyê di dema êrişên li ser bajarên Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bibîr xist û got, hikûmet “tola neketina Kobaniyê hiltîne. Ji wê demê ve siyaseta AKPê guherî û siyaseta şer li hember Kurdan tê pêkanîn dixwazin siyaseta demokratîk a Kurdan têk bibin.”
Ew parlamentera HDPê dibêje, “Desthilata AKPê dixwaze sîstemeke faşîst ava bike lê hemberî wê HDPê heye û li Rojhilata Navîn jî dixwaze Kurd di vê sedsalê de jî bê statu û blindest bimînin. Ev desthilat dixwaze li ser dijmintiya Kurdan pergalekê damezrîne.”
Ayşe Acar Başaran tekez dike ku HDP tevî van zextan jî li ser piyan ma û got, “rast e em di demeke faşîst re derbas dibin, sîstemê bêhna xelkê çikandiye, lê ev nayê wê wateyê hêza HDPê tune ye an jî paşde gav avêtiye. Îro divê li xwe xwedî derkevin.”
Derbarê helwesta CHPê de jî Başaran got, “em rêya xwe saz dikin, eger hêvî hebe ev di rêya sêyem re derbas dibe, ji ber wê yekê stratejiya me ya di 31 Adarê de (hilbijartinên xwecihî) li hember sîstema faşîst a AKPê bû û em di wê de bi ser ketin. Li aliyekê tola wê jî hiltînin.”
Îro bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Enqerê endam, alîgir, parlamenterên berê û şaredar jî di nav de 82 kes ji ber “bûyerên Kobaniyê” yên di Cotmeha 2014an de ji aliyê hêzên emnî yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse