Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê careke din bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.
Parêzgariya Wanê, li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku rojên şemî û yekşemê meş, çalakî, kampanyayên îmzeyan, çêkirina anketan, vedana çadir û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatine qedexekirin.
Parêzgariya Wanê îdia kir ku qedexe “ji bo rêgirtina li êrîşan”, “parastina can û malê welatiyan”, “jinavbirina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.
Li gorî daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyan li xwe nagire ku bi destûra parêzgariyê ne.
Ev çend hefte ne bi berdewamî rojên şemî û yekşeman bi biryara parêzgariyê, li Wanê çalakî tên qedexekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse