Hewlêr (Rûdaw) - Zulfî Yoldaş ê 68 salî yê li navçeya Sûra Amadê erbane û daholan çêdike 51 sal in li tembûrê dixe û li ser eşqa Amedê disitire.
Zulfî Yoldaş di 1997an de ji Saziya Şîr û Goşt teqawid bû di dikana xwe ya di pasajekê de erbane û daholan çêdike û ji 17 saliya xwe vir ve jî li tembûrê dixe.
Zulfî Yoldaş ê heta êvarê li dikanê erbane û daholan çêdike, ji mêvanên xwe re jî li tembûrê dixe.
Yoldaş diyar kir piştî teqawid dibe hemû bala xwe dide ser muzîkê û li Sûrê di dikanekê de dev ji muzîk û helbestê bernade.
Zulfî Yoldaş ê 6 zarokên wî hene di nav derdora xwe de jî wek "Aşiq Zulfî" tê naskirin û heta niha 17 kitêbên helbestê û 3 kasêt derxistiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse