Şewata li daristanên sînorê bajarokê Zawîte ya Duhokê ku ew 3 roj in berdewam dike, ji esman û beja ve hewla kontrolkirina wê tê dan.
Derbarê mijarê de Rêveberê Daristanên Parêzgeha Duhokê Kawa Sebrî ji Rûdawê re ragihand, ew derbarê sedema şewatê de lêkolînê dikin û got, ji ber şert û mercên erdnigarî û avhewayê yên li herêmê, ew di kontrolkirina agir de zehmetiyê dikişînin.
Sebrî destnîşan kir ku hemû sazî û rêxistinên li bajêr bi şiyanên xwe hewl didin ku şewatê kontrol bikin û tekez kir, “Lêbelê, agir pir belav bûye. Di heman demê de li herêmên çiyayî deverên mayinkirî hene ku şewat lê derketiye. Ji ber vê sedemê, ji esman ve û bi rêya helîkopterê hewla kontrolkirina agir tê dan.”
Sebrî herwiha da zanîn, ku zirareke mezin gihîştiye daristanên deverê.
Bajarokê Zawite, 10 kîlometre dûrî navenda bajarê Duhokê ye, herêmek e ku bi daristanên xwe navdar e.