Rojava - Du birayên astengdar di rewşeke pir zehmet de dijîn

26-07-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Zozan Ebdulhelîm Ibrahîm 27 salî û Şiyar Ebdulhelîm Ibrahîm 16 salî, du birayên xwedî pêdawistiyên taybet li Rojavayê Kurdistanê.
Zozan Ebdulhelîm Ibrahîm 27 salî û Şiyar Ebdulhelîm Ibrahîm 16 salî, du birayên xwedî pêdawistiyên taybet li Rojavayê Kurdistanê.
Nîşan Rojava
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Bi mirina dayika wan, du birayên xwedî pêdawîstiyên taybet li Rojavayê Kurdistanê di rewşeke pir zehmet de dijîn û kes tune ye xizmeta wan bike.

Zozan Ebdulhelîm Ibrahîm 27 salî û Şiyar Ebdulhelîm Ibrahîm 16 salî du birayên xwedî pêdawistiyên taybet in, ku ne diaxivin û ne jî têdighin, û mirina dayika wan, ew li ber dîwaran hiştin.

Salih Mihemed, xalê wan zarokan ji Rûdawê re dibêje: “Zozan ê mezin ew bi xwe diçe destavê, xwarinê jî bi destê xwe dixwe, lê yê din, yê biçûk pêwîste mirov jê re her tiştî bi destê xwe bike, nexweşiyên wan tune ne lê diya wan derzî û dermanên pêwîst jî ji wan re dianî.”

Diya wan herdû zarokan sibeha roja cejna Qurbanê bi celteya dil jiyana xwe ji dest da, bavê wan jî 10 salan beriya niha ji ber heman sedemê miribû, bi mirina dayikê, hêvî û çiraya malê jî vemiriya.

Herçende ap û xal, meriv û dost li wan vehewiyane, lê di demeke nêzîk de her kes divê vegere mal û ser karê xwe, herdû bira bi tenê dimînin, barê xwedîkirina wan jî girane.

Ehmed Ibrahîm, apê zarokan dibêje: “Divê du mirov xwe ji wan re vala bikin emê bigrin, lê tevaya malbatê bi zarok in û bikarin, lewma em dixwazin yan derkevin başûr yan ewrupayê.”

Zozan û Şiyar, du birayên wan yên din jî hene ku yek ji wan şervan bû û ji şerê efrînê ve nebedî (winda) bûye, yê din jî li Almanyayê dimîne û dixwaze wan bibe lê heta niha hikûmeta Almanya xwe nedaye ber vî karî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst