Kurdên Êzdî daxwaza Kursiya Kota ji parlamentoya Kurdistanê dikin

26-06-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdên Êzidî Parlamentoya Kurdistanê Kursiyên kota
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Kurdên Êzidî ku nûnerên Civata Rûhanî ya Êzidiyan jî têde beşdar bûn, serdana parlamentoya Kurdistanê kirin û bi serokatiya perlementoyê re civiyan.

 

Şanda Kurdên Êzidî di vê serdanê de daxwaz ji Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Ceifer Îbrahîm Êminkî kirin, ku kursiya Kota bo Kurdên Êzidî di perlementoya Kurdistanê de bihê dabînkirin.

 

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di vê hevdîtinê de soz daye ku  wê daxwaziya Kurdên Êzidî bixine bernameya karê parlamentoy.

 

Di parlamentoya Kurdistanê de, ji 111 kursiyên parlamentoyê, 11 kursiyên Kota hene, ku 5 ji bo pêkhateya Tirkmen, 5 kursî bo pêkhateyên Mesîhî yên Kildan-Aşûrî-Suryan û kursiyek jî bo pêkhateya Ermen hatine destnîşankirin.

 

Serokê Desteya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê jî di nivîseke fermî de daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê kiriye, ku 3 kursiyên kota jibo Kurdên Êzidî weke oleke cuda werin diyarkirin.

 

Ziya Petros ji Rûdawê re ragihand, weke erkê xwe wan çend pêşniyar dane parlamentoya Kurdistanê, ku yek ji wan pêşniyaran, diyarkirina 3 kursiyên kota bo Kurdên Êzidî ye.

 

Petros got: “Êzidî di şerê DAIŞê de rastî gelek nexweşî û zehmetiyan hatine, rats e ku ew weke netew Kurd in, lê belê ayineke ciyawaz hene, lewma dibê parlamentoya Kurdistanê yasaya xwe sererast bike û 3 kursiyan ji wan re diyar bike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst