Li Colemêrgê 171 kes hatin girtin

25-05-2024
Nîşan Colemêrg Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di navbera 23yê nîsan û 23yê gulanê de 171 kes hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Parêgariyê, tîmên fermandariya cendirmeyan xebatên xwe yên ji bo girtina hinek kesên ku derbarê wan de biryara girtinê heye  didomîne.

Li gorî daxuyaniyê 3 ji wan ji sûcê destdirêjiya cinsî, 19 ji xapandin, 13 ji dizî, 9 ji qaçaxçîtî, 12 ji sûcên narkotîk, 29 ji sûcên sîber, 32 bi hinceta PKKyê, 4 ji talanê, 6 ji mêrkujiyê hatin girtin.

Herwiha 45 kes ji sûcên curbicur bi giştî 171 kes hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst