Gundekî din li Kanî Masê hat valakirin

25-05-2021
RÛDAW
Nîşan Kanî Masê Gundê Edinê Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şerê navbera Tirkiyê û PKK gunedekî din li başûrê Kurdistanê hate valakirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, leşkerên Tirkiyê li Serê Çelê li herêma gundê Qumriyê bicî bûne û xalên xwe danîne ku xaleke bilind a stratejîk e, û dikare bi başî çavdêriya çend gunda bike weke gundên Hirurê û Dêşîşê. 

Ev cara yekê ye ku serbazên Tirkiyê bi vê kûrahiyê hatin nav sinorê Herêma Kurdistanê, herwha gundê Edina ji ber giraniya şer û pevçûnên li wan navçeyan hatiye valakirin. 

Li gundê Edinê tenê 4 mal mabûn ku ew jî ji gund derketin. 

Di heman dem, de topbarab û bombebaranên Tirkiyê li ser wan navçeyan berdewam e,  xelkê Gundê Edinê dibêjin ku ji ber topbaranan ew neçar mane ji gund derkevin ziyan gihaye gund û niha kes di gund de nemaye. 

Rêveberê Nahiya Kanî Masê Serbest Sebrî Rûdawê re ragihand ku ji ber operasyona Tirkiyê ku ji 23 mehê ve destpêkiriye 3 gund hatine valakirin , tevî gundê Edinê ku îro hatiye valakirin, berî niha herdu gundên Kêste û Çelka Kirîstiyanan hatibûn valakirin  û nêzî 65 malbatan aware bûne. 

Herweha li gorî amarên Rêveberiya Daristan û Pawanan nêzî 8 hezar donim daristan şewitî ne. 

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû li dijî PKKê di nava sînorê Herêma Kurdistanê de destpê kiriye, ku hêj berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst