Çar partî: Hewl didin destkarî di wêneyên elektronîk ên dengdanê de bikin

25-05-2018
RÛDAW
Nîşan Goran Hevpeymanî Yekgirtû Komela Îslamî Dengdan
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Dezgeha hilbijartinan a Goran, Hevpeymanî, Yekgirtû û Komela Îslamî bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand ku du roj in ofîsa parêzgeha Silêmanî bi rêya şanderekî ve li Bexdayê, hewl dide wêneyên elektronîk ên kartên dengdanê werbigre, lê belê "bi hincetên ciyawaz û bi sedemên nediyar nûnerên partiyan diwestînin".

 

Dezgeha hilbijartinan a çar partiyên Kurdistanî di daxuyaniya xwe de diyar dikin ku biryar e Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ji bo berawirdkirina encamên hilbijartinan wêneyên elektronîk ên kartên dengdanê bidin partiyên ku beşdarî hilbijartinan bûne.

 

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku "du roj in ofîsa parêzgeha Silêmanî bi rêya şanderekî ve li Bexdayê, wêneyên kartên dengdanê li ser hard dîskê wergirtine, lê belê bi hincetên ciyawaz û bi sedemên nediyar, nûnerên partiyan diwestînin, ev jî wê rastiyê derdixe holê ku hewldanên ji bo negihiştina wêneyên elektronîk ên kartên dengdanê, ji bo lîstina bi encaman e û ji bo veşartina sextekariyê hewldaneke cidî ye.

 

Piştî ku encamên hilbijartinan hatin eşkerekirin, çar partiyên Kurdistanî yên Tevgera Goran, Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê îdia kirin ku sîstema dengdanê ya elektronîk rastiyê nîşan nedaye û daxwaz kirin ku dengên welatiyan bi destan werin jimartin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst