Nazif Dag: Li Tirkiyê bêdadî û hejarî berê xelkê dide xwekuştinê

25-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di hefteyekê de 9 û du mehên dawî de jî 30 kesan xwe kuştiye. Pisporê xizmetguzariyên Civakî Nazif Dag derbarê sedemên xwekuştinan de got: “Dikare rê li ber xwekuştinê were girtin. Li Tirkiyê  sedemên serekî yên xwekuştinê pirsgirêkên aborî û bêbaweriya mirovan a li hember dadê ye.”   

Li gor amarên Rêxistina Tendirustî ya Cihanî  her sal nêzîkê 1 milyon kes xwe dikujin. Xalek balkêş a xwekuştina wan kesan jî ew e ku rewşa wan a aborî nebaş e. Derbarê vê mijarê de sala 2018an ji aliyê Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) ve lêkolînek hat kirin.

Li gor amarên wê lêkolînê li Tirkiyê her roj derdora 9 kesan xwe dikujin. Li gor amarên fermî  yên giştî jî di sala 2019ê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 hezar û 406 kesan xwe kuştiye. Ji van 2 hezar 626 kes ji regeza nêr û 780 kes jî jin in.    

Pispor di wê baweriyê de ne ku qeyrana aborî ya Tirkiyê ku ji 2018ê ve berdewam e û rewşa polîtîk a wî welatî, dibe sedema zêdebûna van amaran. Di encam de li Rihaya Bakurê Kurdistanê di hefteyekê de 9 kes û di du mehên dawî de jî 30 kesan xwe kuştiye.

Nazif Dag diyarkir ku tişta herî bi bandor a berê mirovan dide xwekuştinê jî pirsgirêkên derûnî ne. Dag dibêje: “Mirov dibêjin êdî em nikarin xwe li ber êş û derdan bigrin, tenê mirin me rizgar dike û bi van fikran xwe dikujin." 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst