Partiya Pêşverû li Hesekê semînarek li dar xist

25-04-2019
RÛDAW
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû Ferhad Derwîş
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû Ferhad Derwîş
Nîşan Partiya Pêşverû Rojavayê Kurdistanê Semînar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, semînarek lidar xist û hejmarek ji kesayetiyên siyasî û serbixwe tê de beşdar bûn.

 

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû Ferhad Derwîş li bajarê Hesekê ji Rûdawê re got, ku ew hewlên xwe didin, ku li gel hemû aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bicivin û nerînan nêzî hev bikin.

 

Ferhad Derwîş diyar kir: “Em bi semînarên wisa dixwazin ku fikra partiya xwe bigihînin xelkê deverê û xelkê xwe, di wê de jî em karibim çawa yekbûna tevgera Kurdî, yekbûna gotina Kurd di vir de çawa em karibin tevgera Kurdî bidin ser hev, em karibin li her derê bi dengekî û bi yekgotinê di nav xelkê de hebin û dengê Kurdan weke dengê Kurdên Rojava hebe.”

 

Ev di demekê de tê, ku duh ENKSê li Hewlêrê civîneke xwe lidar xistibû û egera encamdana gotûbêjan li gel TEV-DEMê, gotûbêj kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst