Li Pîranşar du bira hatin kuştin

25-02-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Îtlaata Parêzgeha Urmiyê ragihand ku li bajarê Pîranşar du kes kuştine ku hewl dane kiryarên terorîstî bikin, lê çavkaniyên xwecihî berevajiya wê dibêjin, ew du kes welatiyên asayî bûn û bê sedem hatine kuştin.

Hêzên Îtlaata Parêzgeha Urmiyê êvara roja Çarşemê li ser rêya navbera gundên Şînawê û Zêdan teqe li du birayên bi navên Ebdulla Nadirî û Osman Nadirî kirine ku di nav otomobîla xwe de bûn û herduyan canê xwe ji dest dane.

Peywendiyên Wezareta Îtlaatê îddîa kiriye ku peywendiya wan herdu kesan bi grûpên “Bakurê Iraqê” ve hebûye û di rûbirûbûnekê de hatine kuştin. Lê heta niha ti aliyekî Rojhilatê Kurdistanê ev yek piştras nekirine.

Di daxuyaniya Wezareta Îtlaatê de tê îddîa kirin ku 2 çekên kelaşînkof, narincok û teqemenî bi wan herdu kesan re bûne û xwestine operasyonê bikin, lê bi hevkariya Supaya Pasdaran û Wezareta Îtlaatê hewldana wan hatiye pûçkirin.

Ajansa Nûçeyan a Kurdpa ji ser zarê çavkaniyên agahdar belav kiriye ku hêzên Supaya Pasdaran bêyî tu sideman ew herdu welatî dane ber fîşekan. Rêxistina Hengaw bo Mafên Mirov jî belav kiriye ku piştî bûyerê Îtlaata Bajarê Pîranşar dayîk, bav û çend kesên din ji endamên malbata wan herdu kuran desteser kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst