Endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dê roja yekşemê sond bixwin

25-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Hilbijartinên Encûmena Parêzgehan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yên ku di hilbijartina 18ê Kanûna Pêşînê de hatine hilbijartin dê roja duşemê sond bixwin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê wergirtiye, dê endamên nû li Dadgeha Temyîzê sond bixwin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê hefteya borî encama hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan pesend kir.

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Perwîn Fatîh ji Rûdawê re ragihand ku ew dê roja duşemê sond bixwin.

Çi bûbû?

18ê Kanûna Pêşîna 2023yan hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraq û hin bajarên Başûrê Kurdistanê hatin kirin.

Li parêzgehên ku piraniya niştecihên wê Kurd in, ji 75 kursiyan, Kurdan tenê 15 kursî bi dest xistin.

Belavbûna van kursiyan li parêzgehan wiha ye; Kurdan li Kerkûkê 7 kursî bi dest xistin ku 5 ji wan ên YNKyê, 2 kursî jî yên PDKyê ne.

Li Nînowayê (Mûsil) 6 kursî, 4 ji wan Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û 2 jî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi dest xistin.

Herwiha berbijêrên YNKyê kursiyek li Diyalayê û kursiyek jî li Selahedînê bi dest xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst