Li Rihayê otomobîl wergeriya: 3 Kes birîndar bûn

25-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gire Sor a Rihaya Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Otomobîla bi plaqeya 02 RA 664 ku Cebraîl O. yê 20 salî  diajot li 20emîn kîlometreya rêbeja Girê Sor û Semsûrê ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de şofêr û Musa N. yê 20 salî û Tamer G. yê 20 salî yên di otomobîlê de birîndar bûn.

Tîmên tendirustiyê birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Girê Sor veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst