Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Meydankê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Siltan Murad bi fermandariya Ebû Elî Adî, ku xelkê Himsê ye, 156 darzeytûnên 9 cotyarên Kurd birîne.
Dîmenên birîna darzeytûnên cotyarên Kurd li gunêd Meydankê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê gihiştin Rûdawê. Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, çekdarên grûpa Siltan Mûrad bi fermandariya Ebû Elî Edî, ku xelkê Himsê ye, ev darzeytûn di meha befanbarê de birîne.
Li gor Rêxistina navborî:
156 darzeytûn li Meydankê hatine birîn
30 darzeytûnên Nûrî Mistefa Mîmê ne
25 darzeytûnên Elî Şêx Osman in
20 darzeytûnên Omer Şaban in
20 darzeytûnên Mihemed Elo ne
15 darzeytûnên Receb Şêx MIhemed in
15 darzeytûnên Mihemed Mistefa M'ne ne
13 darzeytûnên Selah Ibrahîm in
12 darzeytûnên Idrîs Şêx Osman in
6 darzeytûnên Mihemed Îbo ne
Mihemed Şêx Elî, ku xelkê gundê Meydankê ye, ji Rûdawê re got, ev ne yekem car e ku darzeytûnên cotyarên gund ji aliyê çekdaran ve tên birîn, û behsa zererên vê kiryarê kir.
Şêx Elî ji Rûdawê re got, temenê hin darzeytûnên ku hatine birîn bêhtirî nîv sedsalê ye ku cotyarên Kurd kedek û cefayeke mezin di ber wan de kişandine. Her weha bi sedhezarên Lîreyên Sûrî lêçûn li wan xerc kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse