Berfa zêde bûye çavkaniya debara jiyanê

25-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Muşê ya Bakurê Kurdistanê berfa zêde bo çend welatiyan bûye çavkaniya debara jiyanê wan ku berfa li ser serbanan paqij dikin.

Li parêzgeha Muşê ku bajarekî herî zêde berf lê dibare tîmeke 4 kesî bi armanca debara jiyana xwe bikin ligel metirsiya ketinê derdikevin serbanên avahiyên bilind û berfê diavêjin.

Ji bo ewlekariya xwe, bo nekevin xwarê seriyekî werîs li pişta xwe û seriyê din jî bi kûleka sobê ya serban girêdidin û berfê paqijdikin daku debara jiyana xwe bikin.

Karkerê berf avêtinê Sinan Bulbul dibêje: “Em derdikevin li ser serbanan û destpêkê werîs girê didin. Piştre em berfê paqij dikin, ew jî bi 150 lîreyan.”

Li Muşê ji ber demsala zivistanê berf zêde dibare metirsiya rûxandina serbanan jî zêde dibe. Karkerên ku berfê paqijdikin dibêjin berfa ser banê avahiyan metreyekê derbas dike û serbanekî nêzîka 10 demjimêran paqijdikin.

Karkerê berf avêtinê Mustafa Toplu jî got: “Ez karê hemaltiyê dikim niha jî karê berf avêtinê dikim bo debara malbata xwe, bo zarokan.”

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê demsala zivistanê dijwar derbas dibe û bandorê li jiyana welatiyan dike. Bi hezaran rêyên gund û gundikan tên girtin û eger neyê paqijkirin hejmareke avahî dirûxin û zirara can û mal çêdibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst