Li nav civaka Kurdî deq tê jibîrkirin

25-01-2018
Rûdaw
Nîşan Deq Kurd Riha
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Bakurê Kurdistanê li deverên ku nêzî sînorê Rojavayê Kurdistanê bi taybetî jî jinan ji bo bedewbûnê dest û rûyê xwe "deq" dikirin, lê ciwan êdî eleqeyê nadin.


Di nav civaka Kurdan herî zêde jin eleqeyê nîşanî deqê didin. Di deqkirinê de tînin ava ziravê pêz û dewaran ku jê ra "marara" tê gotin, dûyê lembeya xazê û şîr tevîhev dikin û bi derziyê va li ser dest û rû tê neqişandin.


Li bajarê Rihayê û der û dora wê piranî li ser dest û rûyê jinên ku emrê wan 60 û ser 60î re ne deq tê dîtin, lê êdî ev deq tên jibîrkirin. Li herêmê ji jinên ku deqên wan hene re dibêjin "Medqûqe".




Xelka Rihayê Senem Aydogdu (67) li taxa Kisasê dijî, got wê ji ber "xwe parastina ji nezerê" dest û çena xwe deq kiriye.



Aydogdu diyar kir dema ku ew ciwan bûye li herêmê deq gelekî berbelav bû û wiha pê de çû: "Wê demê her kesî li ser laşê xwe deq çêdikir. Kesên ku xwe deq nekirana dihatin şermezarkirin. Deq ku carekê hat kirin êdî tu carî jê naçe. Ez poşman nînim ku min dest û rûyê xwe deq kirin, lê vê gavê kes xwe deq nake." 




Fatma Sagira 64 salî ku li navçeya Heranê dijî jî diyar kir ku wê ji bo bedewbûnê xwe deq kir û wiha axifî: "Em cahil bûn, her kesî xwe deq dikir, me jî xwe deq kir. Pir dijwar bû, min çend rojan êşa deqê kişandibû. Ji bo ku bavê min şerê min neke, min çend rojan xwe veşartibû. Ez vê gavê poşman im ku min kir, lewra dibêjin ji aliyê dîn ve heram e."





Aliye Tayboga ya 70 salî ku li Selîmpinara navçeya Sîweregê dijî jî diyar kir, ji bo ku balê bikşîne wê di ciwaniya xwe de xwe deq çêkiribû û got: "Ez yeke qerqaş bûm, ji bo ku ciwan me biecibînin min xwe deq kiribû. Ez wê demê 15 salî bûm. Şivanê pez û berxan bûm. Min dît ku hevalên min kirine, min jî xwest ku ez bikim. Jinên ku hatibûn gund bi pere em deq dikirin. Meneya şiklan heye. Nîşana ku di kefa destê min de ye ji bo ku hêwiya min çênebe ye, lê ez wek hêwî çûm mala mêrê xwe.”



Makbule Sunkara 70 salî jî got ku wê di dema keçbûna xwe da gelek cihên bedena xwe deq kirin, lê ew poşman e.





Sunkarê diyar kir, deq wê demê edet bû û wiha domand: “Hinek dibêjin ku em ji bo nezerê xwe deq dikin, lê eleqeya xwe tuneye. Em wê çaxê cahil bûn, me nizanibû. Niha kes xwe deq nake, ciwan jî êdî eleqa xwe pê nakin, êdî wek şerm tê dîtin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst