Li Şingalê 150 xwendevan di bin çadirê de dixwînin

24-12-2020
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Li Şingalê deriyê dibistanên Kurdî girtîne
Li Şingalê deriyê dibistanên Kurdî girtîne
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Xelkê Gundê Hesen li Şingalê cihek bo xwendina Kurdî bi xerciyên xwe ava kirine û li wê derê ji pola yek heta pola neh 150 xwendekar xwendina xwe dikin.

Li Şingalê, rewşa xelkê xerab e, jêrxane wêran e, û ti dam û dezgeheke baş xizmeteke xelkê bike, tune ye.

Li gundê Hesen ê Şingalê bi armanca ku xwendekar bê xwendin nemînin, cihek li nava çadiran hate avakirin û tevî rewşa xerab, serme û baranê, 150 xwendekar ji pola yekê ta pola nehê, li nava wê çadirê xwendinê dikin..

Xwendekarên wê dibistana çadirî bang li hikûmeta Iraqê û Kurdistanê dikin ku alîkariya wan bikin û dibistaneke bi rêk û pêk ji wan re ava bikin.

Xwendekar Meyan Cirdo dibêje: “Em dixwazn dibistanek ji bo me çê bikin. Li nav van çadiran de sa re.” van xîfete de sare

Xwendekar Evîn Mîrza jî dibêje: “Em dixwazin sobê ji bo me bînin. Me sar e.”

Xwendekar Sahir Heyder jî got: “Bila defter û qelaman bidin me. Em dixwazin ji me re dibistanekê ava bikin. Me ji Hikûmeta Kurdistanê hêvî ye cihek ji bo xwendina me çêkin. Di nav çadiran de sar e.”

Li Gundê Hesenê nêzîkî 100 malbatan hene û di nava xwe de zêdeyî 2 milyon dolar berhev kirine heta ku karîne cihekê bo xwendina zarokan çêkin, lê ew cih jî ne di asta pêwîst de ye.

Bavê xwendekarekî Mîrwan Mirad dibêje: “Ji ber coronayê dibistan girtine û ji bo mandîbûna zarokên me vala neçe her me bixwe ev cih ava kirç

Welatiyê bi navê Hacî Kalo jî got: “Me di nav xwe de pere kom kir û dibistan ji zarokên xwe re çêkir daku xwendina wan vala neçe.”

Mamosteyê dibistanê Hazim Kiço jî got: “Her kesê karibe destê hevkariya ji bo me dirêj kir ku heta me ev cih ava kir, lê pêwîstiya me hêj bi gelek kelûpelan heye. Em naxwazin li Şingalê xwendina bi Kurdî li paş bimîne.”

Gundê Hesen dikeve bakurê Çiyayê Şingalê ser bi nahiya Sinûnê ye û cara yekemîn e ku dibistaneke kurdî tê vekirin.

Li Şingalê 47 dibistanên xwendina bi Kurdî hebûn, lê ji ber coronayê heta niha jî deriyên wan nehatine vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst