Li Rihayê 3 minîbûs û 2 otomobîl li hev ketin

24-12-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê 3 minîbûs û 2 otomobîl li hev ketin û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, di rêya navbera Riha û Dîlokê de 3 minîbûs û 2 otomobîl ku hêj nasnameya ajovanên wan nehatiye zanîn li hev ketin.

Li ser agahdarkirinê, kesên derdorê, tîmên tenduristî, cendirme û tîmên peywendîdar çûn cihê qezayê.

Di encama qezayê de li gor agahiyên destpêkê 3 kes birîndar bûn.

Tîmên Hawarçûna Bilez birîndarên bûyerê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê veguhestin.

Ji ber qezayê rêya di navbra  Riha-Dîlokê li 15emîn kîlometreyê de aliyek wê hat girtin û piştî rakirina wesayitan dubare hate vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst