AMED - Odeya Bazirganiyê xwarinên Kurdî fêrî jinan dike: ‘Xwarinên Kurdî gelekî xweş in’

24-11-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Xwarinên Kurdî Odeya Bazirganiyê ya Amedê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê Navenda Gastro Înovasyonê ya Odeya Bazirganiyê xwarinên Kurdî êdî ji nava malan derdixe û li xwaringeh û otelan jî bicih dike.

Ji bo ku xwarinên Kurdî di sektora taybet de jî bê dayîn, di bin banê vê navendê de gelek jin wekî aşpêj têne perwerdekirin.

Ji van aşpêjan re li xwaringeh û otelan kar jî tê peydakirin. Tama xwarinên Kurdî dê êdî bazara xizmetguzariyê jî xweştir bike.

Li navenda xwarinên Kurdî ye xwarinên herî navdar ên Amedê tên çêkirin ku heta niha piranî li malan dihatin çêkirin.

Ji îro û pê ve dê xwarinên herî xweş ên Amedê êdî li ser sifreyên xwaringehên navdar jî bê dîtin.

Di bin banê Navenda Gastro Înovasyonê ya Amedê de, bi hevkariya Bernameya Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî kurseke aşpêjiyê hat destpêkirin.

Ev jinên ku bi kelecaneke mezin tevlî kursa xwarinên Kurdî bûn, piştî perwerdeya 6 mehan êdî dibin xwedî kar.

Yek ji van jinan Zuhal Eşîk Atîk e. Ew jineke Tirk e û ji Enqereyê ye. Ji ber ku hevjînê wê ji ber karê xwe mal aniye Amedê, ew jî li vî bajarî bi cih bûye.

Piştî ku bihîstiye kursa xwarinên Kurdî tê dayîn, wê jî navê xwe tomar kiriye. Piştî perwerdehiya 6 mehan ji ekla destê jineke Kurd dê êdî xwarinên Kurdî bipijin.

Aşpêja xwarinên Kurdî Zuhal Eşîk Atîkê got:

“Ez bi xwe endezyara endustriyê me. Min şeş salan pîşeya xwe kir lê ji ber ku min ji çêkirina xwarinan hez dikir, min dest bi kursa xwarinê kir.

Divê ez li xwe mikur bêm ku xwarinên Kurdî gelekî xweş û bi tam in.”

Di vê kursê de 184 jin hatin perwerdekirin

Ji dolmeyan heta xilorîkan, ji mehîrê heta gêrmiye, ji kalekan heta pêçikan her cure xwarinên Kurdî hîn bûne.

Her yek ji wan êdî aşpêjeke fermî ye. Dixwazin piştî vê kursê li xwaringeh û cihên cuda yên xwarinê dest bi kar bikin.

Tama van xwarinên Kurdî dê jiyana wan a nû jî bitamtir bike.

Aşpêj Gulbahar Kelekçîlerê got:

“Ez ji bo perwerdeyê hatim vê kursê. Ji bo hînî xwarinê bibim. Ez gelek tiştan hîn bûm. Kufte ne, dolme ne.

Jixwe berê me li mala xwe jî çêdikirin. Li vir em xweştir hîn bûn.”

“Min li vê kursê xwe perwerde kir”

Aşpêj Tuba Okanê jî anî ziman:

“Di rojên pêş de dixwazim ji xwe re kafeyekê, xwaringehekê vekim. Min berê jî xwarinên xwecihî dizanibû lê li vir baştir hîn bûm.

Min li vê kursê xwe perwerde kir. Kutilk, babeqenûç, çorekên Diyarbekirê, hebenîsk, hemû xwarinên Diyarbekirê hîn bûm.”

Jinên ku li vê kursê hînî çêkirina xwarinan bûne, sertîfîkayên xwe yên fermî wergirtin. Ew êdî dikarin bi van sertifîkayan bi hêsanî serî li cihên kar bidin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya jî li ser kursê got:

“Li vir em ji bazirganiya derve heta modayê, ji alîkarên aşpêjiyê heta perwerdeya barîstayê perwerdeyê didin.

Em ne tenê perwerde dikin, em di heman demê de wan dikin xwedî kar. Ji wan re kar peyda dikin. Armanca me peydakirina kar e jî ne tenê perwerde ye.”

Ekla destên jinan, çêjn û tama xwarinên Kurdî xweşiktir dikin. Ew dixwazin bi vê hunera xwe ya aşpêjiyê hem tama xwarinên Kurdî û hem jî siberoja xwe bitamtir bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst