Black Fridayê dest pê kir, Amerîkî ji bo erzaniyê herikîn marketan

24-11-2023
Sinan Tunçdemir
Li New Yorkê xelk ji bo danûstendinan li ber marketan ketine dorê/Wêne: Rûdaw
Li New Yorkê xelk ji bo danûstendinan li ber marketan ketine dorê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Îna Reş Black Friday Amerîka New York Erzanî
A+ A-

New York (Rûdaw) - Amerîkî ji bo kevneşopiya Black Fridayê ango "Îna Reş" derketin derve da ku tiştên herî erzan bikirin.

Lewra li Amerîkayê bi taybetî jî li bajarê New Yorkê hefteya ewil a Black Fridayê dest pê kir.

Di dema Black Fridayê de li temamiya Amerîkayê hema bêje di hemû danûstandinan de erzaniyeke mezin çêdibe.

Di nav salekê de her tişt di vê demê de herî erzan dibe. Ji tiştên elektronîk bigirin heta cilûbergan her tişt ji sedî 50 û hin caran zêdetir erzantir dibe.

Vê kevneşopiyê sala 1952yan dest pê kiriye û her roja îna yekem ku piştî roja Spasdariyê (Thanksgiving) tê, dest pê dike.

Lê xelkê Amerîkayê ewqasî ji vê kevneşopiyê hez kiriye ku ne tenê roja înê, hefteyekê diajo.

"Em li hêviya erzaniyê bûn"

Welatî Sara Messinayê got, “Belê me hez dikir ji Appleê Airtagê bikirin ji ber ku sala tê hin planên me yên geştê hene.

Em hez dikin hemû tiştên xwe bi başî bikin. Em li hêviya erzaniyê bûn û doh erzantir bû û me jî kirî.”

Welatî Marian Gilstrapê anî ziman, “Îsal pêwîstiya min bi betaniyekê heye ji ber ku New York pir sar e.

Hêviya min jî ev e ku di dema Black Firdayê de bi dest bixim. Hêvî dikim ku erzaniyeke gelekî baş hebe.

Min hê lê nenêrîye lê ji sedî 50 û zêdetir daşikandin hebe wê baş be.”

Delayne Perezê diyar kir “Daşikandineke gelekî baş heye û ez dibînim ku derdora ji sedî 40 û 50 erzantir e.

Ez dê hin parfuman û herwiha ji bo malbatê hin diyariyan bikirim.”

Kevneşopiya Black Firdayê tê wê wateyê ku êdî krîstmis dest pê dike û ji îro şûn de dema betlaneyan û cejnan e.

Divê mirov sûd jê wergire û ji bo hev diyariyan bikire. Herwiha alîkariya zîndîgirtina aboriyê jî dike.

Yên li Amerîkayê dijîn û hez dikin ji Black Fridayê sûdê wergirin divê heta nîvê şeva îna li pêşiya me bi awayekî fizikî an jî online danûstandinên xwe bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst