ERZIROM – Li kolanê kesekî mirî hat dîtin

24-11-2023
Nîşan Erzirom Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Ezîziyeyê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê li kolanê kesekî mirî hat dîtin.

Li Kolana Ferah Camiyê ya Taxa Ilicayê, xelkê ku dît kesek li erdê tevnegare û wan xeber da tîmên tenduristiyê.

Tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê lê hat tesbîtkirin ku ew kes miriye.

Derket holê ku kesê miri Kasim Yilmazê 51 salî ye û li wê kolanê dijî.

Hat diyarkirin, di laşê Kasim Yilmaz de ti şûnên derban nînin û piştî lêkolîna dozgerê komarê, ekîban cenazeyê wî rakir Saziya Tiba Dadî ya Erziromê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst