ÇEMÇEMAL - Efserek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn

24-11-2018
RÛDAW
Nîşan Çemçemal Efser Kuştin Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkê nehyeya Tekyê ya ser bi navçeya Çemçemal teqe li otomobîlekê hat kirin û di encamê de kesek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.

 

Cîgirê Rêveberê Tendirûstiya Çemçemal Eyûb Heme Xerîb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku vê sibê li nêzîkê nehya Tekyê ya sînorê Çemçemal, teqe li otomobîlekê hatiye kirin û di encamê de 3 kes bûne qurbanî.

 

Eyûb Heme Xerîb got: "Piştî qurbanî bo nexweşxaneya Çemçemal hatin veguhestin yek ji wan ku efserê polîs bû canê xwe ji dest dabû û du kesên din ên ligel jî birîndar bûn."

 

Cîgirê Rêveberê Tendirûstiya Çemçemal behsa wê yekê jî kir ku rewşa herdu birîndaran baş e û got: "Ew kesên teqe li wan hatiye kirin xelkê bajarê Kerkûkê ne û bi regez Turkmen in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst