Hêlin Îsmaîl: Keça min a 15 salî ji aliye Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin

24-10-2023
RÛDAW
Solîn Îbrahîm
Solîn Îbrahîm
Nîşan Solîn Îbrahîm Hêlîn Îsmaîl Ciwanên Şoreşger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdsitanê keçeke 15 salî “ji aliye Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin.”

Keça bi navê Solîn Îbrahîm a 15 salî wekî ku malbata wê îdia dike ji aliye Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin.

Hêlîn Îsmaîl dayika Solîn Îbrahîmê beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku wan li Qamişloyê li keça xwe geriyane lê hînbûne ku keça wan ji aliye Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin.

Herwiha malbatê diyar kir ku wan xwe negihandiye Solînê ti kesek bi wan re nebûye alîkar.

Hêlîn Îsmaîlê ji Rûdawê re axivî û got:

“Em li Qamişloyê li Solîn digeriyan. Beriya 10 rojan agahî ji me re hat ku Solîn ji aliye Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin.

Li ser agahiyan em bi sazî û pêkhateyên Qamişloyê re axivîn. Em çûn Hesekê jî lê kesek agahî neda me.

Ez dixwazim heval Mazlûm Ebdî dengê min bibihîze û bi me re bibe alîkar.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst