Muslim: Em dê nûneritiya xwe li Parîs, Berlîn û Moskowê vekin

24-10-2015
RÛDAW
Nîşan Nûneritî PYD Salih Msulim Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Moscow Parîs Berlîn
A+ A-

Navenda Nûçeyan -  Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got ku ew dê li Moskova, Berlîn û Parîsê nûnertiyên Rêveberiya Xweser vekin.

Hevserokê PYDê Salih Muslim îro beşdarî civîna asayî ya Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizirê bû derbarê mijarên rojevê de daxuyanî da.

Salih Muslim anî ziman bi saya ked û tekoşîna gelê kurd niha pêwendiyên kurdan ên bihêz bi hemû welatên cihane re çûbûne.

Muslim diya kir ku ew ji bo nûnertiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li çend paytextên cîhanê vekin hewl didin.

Hevserokê PYDê  da zanîn ku ew li paytexta Rûsya Moskowê, paytexta Almanya Berlînê û Peytexta Fransa Parîsê di demeke nêz de nûnertiyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê vekin.

Hevseroka PYDê Asya Ebdullah diyar kiribû, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê plan dike ku li çend welatan nûneriyeke fermî vekin daku bikaribin hinek xebatên hevbeş pêk bînin.

Asya Ebdullah ragihandibû, wan ji bo hevkariyê xwe ligel Rûsyayê xurt bikin li Moskowê ji bo vekirina ofîsa xwe, weke fermî serledan kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê yekemîn nûnertiya xwe di tebaxa îsal de li bajarê Silêmaniyê vekiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst