Nêzîkî 300 çekdaran êrîşî ser Encûmena Xwecihî ya Mabata kir

24-09-2018
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Efrîn Mabata eriyyet Ebû Emmar Encûmena Xwecihî
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) -

Roja Duşemê, nêzîkî 300 çekdarên hêza bi navê “Seriyyet Ebû Emmar” li bajarokê Mabata ya ser bi Efrînê, êrîşî ser Encûmena Xwecihî ya Mabata kirin.

 

Nivsîkarê kurd ji Efrînê, Hişyar Navdar Ebdê ji Rûdawê re ragihand ku li gorî zanyariyên gihiştine wî, di encama êrîşa 300 çekdarên hêza bi navê Seriyyet Ebû Emmar de, li ser Encûmena Xwecihî ya Mabata, hejmarek ji endamên encûmenê tûşî lêdaneke tund bûn.

 

Hişyar Navdar Ebdê nîşan bi wê yekê da ku bihaneya wan çekdaran ew bû, ku Encûmena Xwecihî madeya xwendinê ya “Ola Îslamê” li dibistanan qedexe kiriye, lê sedema yekem ew bû ku di herdu qonaxên seretayî û amadeyî de, keç û kur, li dibistanan di nav hev de ne û ew çekdar vê yekê qebûl nakin.

 

Ebdê got ku sedema sereke ya din jî, ew bû ku xwediyên malan, ku bi rêya Encûmena Xwecihî belgeyên xwe amade kiribûn, ji bo têkevin mal û xaniyên xwe yên ku çekdaran ew radestî koçberên hawirdekirî kirine, ku ji Xûteya Şamê û Idlibê li nav wan malên xelkê Efrînê hatine bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst