Cotkarê kurd mozaîkeke 1500 salî dît

24-06-2017
RÛDAW
Nîşan Semsûr Besnî Mozaîk Roma Cotkar
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Besnî ya bajarê Semsûrê, mozaîkeke serdema Romayiyan hete dîtin. Dirêjahiya vê mozaîkê 4 metre ne û nivîs û fîgur li ser in.

 

Li navçeya Besnî ya Semsûra Bakûrê Kurdistanê, cotkarê bi navê Mehmet Dag, dema li zeviyê xwe cot dikir, rastî şûnwareke dîrokî hat.

 

Li ser agahdarkirina Mehmet Dag, dîroknasên Rêveberiya Mûzexaneyan a Semsûrê li cihê şûnwarê lêkolîn kirin.

 

Hate gotin, ku şûnwara hatiye dîtin mozaîkeke serdema Romayiyan e û Piştî Zayînê di sedsala 5an de hatiye çêkirin.

 

Lêkolîna li ser mozaîkê berdewam e û hate zanîn, ku beşek ji vê berhema dîrokî, têk çûye.

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst