SILOPIYA – Narincok di nav otomobîlê de teqiya

24-05-2016
RÛDAW
Nîşan Silopiya Şirnex Narincok Teqîn PKK
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di nava otomobîlekê de narincokek teqiya û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

 

Bûyer êvariya îro bi dûriya 5 kîlomterî li navenda navçeya Silopiya û li nêzîkî stasyona BOTAŞê qewimî.

 

Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê guman li otomobîlekê dikin û hişyariya rwestandinê didin, lê otomobîl nasekine û hewla revê dide.

 

Hat îdîakirin, kesên di nav otomobîlê de girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûne û dema ku reviyan narincokek avêtin hêzên ewlehiyê.

 

Li gorî îdîayê, kesên PKKyî yên di nav otomobîlê de hewl dan , ku cara duyem jî narincokek din bavêjin hêzên ewlehiyê, lê belê bombe di nav otomobîla wan bi xwe de teqiya û 3 PKKyî ku 2 ji wan jin bû, jiyana xwe ji dest dan.

 

Ji ber bûyerê, rêya navbera Silopiya û Cizîrê bo dema 2 saetan ji hatinûçûnê re hat girtin.

 

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ragihandin, ku di lêgerîna nav otomobîlê de 1 Klaşînkof, 2 şarjor, 1 demance û 2 narincok hatin dîtin û dest bi ser de hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst