Li Semsûr û 3 navçeyên wê piştî 77 rojan perwerdeyê dest pê kir

24-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda parêzgeha Semsûr û 3 navçeyên wê 77 roj piştî erdhejê, li dibistanan perwerdeyê dest pê kir.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê ku navendên wan Mereşê bûn, li piranî deverên herêma erdhejê perwerde li dibistanan hatibû ragirtin û yek ji wan bajaran jî Semsûra Bakurê Kurdistanê bû.

77 roj piştî erdhejê xwendekaran li navenda Semsûr û navçeyên wê Bêhiştî, Serê Golan û Tutê dest bi perwerdeyê kirin.

Li Semsûrê ku navê 105 hezar xwendekar tomar kiriye, piştî xebatên nûkirin û temîrkirina dibistanan dîsa zengila waneyan lêxist.

Rêvebirê Perwerdeyê yê Semsûrê Ramazan Aşçi ragihand ku xebatên çakkirina dibistanan temam bûn dibistanên li navenda bajêr û 3 navçeyên wê hatin vekirin.

Ramazan Aşçi da zanîn ku deriyê 481 dibistanan li ber xwendekaran hatiye vekirin û got: “Ji îro pê ve me li Semserê li 481 dibistanan, 105 hezar xwendekaran dest bi perwerdehiyê kir. Niha li Semsûrê dibistanên me yên girtî nînin.”

Li Semsûrê li 700 dibistanan perwerde berdewam dike

Aşçi der barê xisarên li dibistanên bajêr de jî ev zanyarî dan: “Li Semsûrê 801 dibistanên me hene, ji wan 397 xisar nebûne, 287 dibistan hindik xisaran hebû, li 40 dibistanan jî biçeke din zêdetir xisara wan hebû, 61 dibistan zirareke mezin dîtine, 16 dibistanên me jî hilweşiyane. Me ji sedî 90ê dibistanên xwe yên zirar dîtine çak kirin. Em niha li Semsûrê li nêzî 700 dibistanan xizmetê didin zarokên xwe.”

Li navçeyên Kahta, Çîlikan, Sincik, Alduş û Şemizînanê perwerdeyê di 27ê Adarê de dest pê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst