AMÊDÎ - Berf û sermayê ziyaneke mezin gihandiye berhemên sêvê

24-04-2019
Mehdî Ferec
Mehdî Ferec
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Berhem Sêv Serma Zirar
A+ A-

Amêdî (Rûdaw) – Barîna berfê û daketina pileyên germahiyê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bûye sedema jinavçûna berhemên beşek ji cotkaran.

 

Devera Berwarê Bala, ku li Başûrê Kurdistanê bi çandina sêvan bi nav û deng e, di du rojên derbasbûyî de pêleke barîna berfê bûye sedema jinavçûna beşek ji berhemên sêvan.

 

Celal Elî ku cotkarekî xelkê gundê Dêrişkê ye, ji berhemên îsal bêhêvî ye û dibêje ji ber berfa îsal dilgiran in ji ber ku zirareke mezin daye wan.

 

Şilîmûn Esnîl ku cotkarekî Mesîhî ye, dibêje ku berfê zirareke mezin gihandiye hemû cotkaran.

 

Li sînorê Kanî Masî salane zêdetirî 4 hezar û 500 donim erd têne çandin. Berpirsên çandiniyê yên wê herêmê pêşbînî dikin ku berhema sêv û fêkiyên din ji ber berf û sermayê bi awayekî berçav kêm bibin.

 

Berpirsê Hobeya Çandiniya Kanî Masî Ebdulezîz Mihemed diyar kir ku devera Berwarî bi berhemên sêvê bi nav û deng e, ne tenê li Herêma Kurdistanê di heman demê de li ser asta Iraqê bi nav û deng e, lê mixabin ev berfa neçaverêkirî bariya û bi giştî bû sedema zirareke mezin li ser kerta çandiniyê û bi taybetî li ser berhemên sêvê.

 

Di çend rojên derbasbûyî de li bajarokê Kanî Masî ya Amêdiyê zêdetirî 15 santîmetre baran bariya, cotkarên wê deverê dibêjin ku barîna berfê û baran di vê demê de zirareke mezin daye berhemên wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst