Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Efrînê, navenda herêma Çiyayê Kurmênc ku caran %95 ji nişteciyên wî Kurd bûn, niha sîmayê wî bi temamî hatiye guhertin û êdî nişteciyên resen ên bajarê ne tenê hest bi xerîbiyê, di heman demê de bi tirs, sawêr û bêkesiyê jî dikin.
Tora Medyayî ya Rûdawê pêwendî bi çendîn çavkaniyan re ji nav bajarê Efrînê kir û zanyariyên hûr di vê derbarê de bi dest xistin.
Niha li Efrînê, di navbera 150-175 hezar kes hene û rêjeya erebên niştecîkirî li bajarê Efrînê gihaştiye %50.
Rojane hejmara erebên ku ji deverên cuda yên Sûriyê li Efrînê têne niştecîkirin zêde dibe.
Vegera xelkê Efrînê yên resen pir kêm bûye, ji ber ku hejmareke kêm bi meş û bi zehmetî digihêjin Efrînê
Erebên biyanî li mal û vîlayên herî nû û xweş têne niştecîkirin.Hin vîlayên ku Ereb tê de hatine niştecîkirin buhayê wan digihêje 100 milyon lîreyên Sûrî.
Li nav bazara Efrînê, çekdar û erebên biyanî piraniya dikan û cihên bazirganî vedikin.
Li nav cade û kolanên Efrînê, sîmayê bajêr bi tevahî hatiye guhertin, piraniya xelkê jinên cilreş û zilamên rih û kezî dirêj in.
Ereb û çekdarên niştecîkirî, şahî û ahengên hevseriyê bi teqekirina kêfxweşiyê li nav Efrînê dikin. Kurdên resen ên Efrînê heger ji malên xwe derkevin jî bi tirs û sawêr tevdigerin.
Kurdên Efrînê, neçar bûne ku cilûberg û stîla xwe ya jiyanê biguhêrin û nikarin ji nav bajêr derkevin û serî li zeviyên xwe bidin
Hin werzên cotyaran wekî behîv û hin mêweyên din şewitîn û niha cotyar nikarin xizmeta darên zeytûnan bikin.
Saziyên xwecihî yên rêveberiyê û xizmetguzaryê wekî, av, elektirîk û biwarên din jî bi temamî hatine rawestandin
Bajarê Efrînê ku caran bi reng û dengên xwe yên Kurdî, bi doleme û şerwelên Kurdî û bi cilûbergên serdemî bi jiyanê difûriya û bi dengê Cemîl Horo, Elî Tico, Bavê Selah, Xelîl Xemgîn, Ednan Dilbirîn, Bangîn, û bi dehan hunermenêdên Çiyayê Kurmênc û awazên zirneya Hecî Nasir şad dibû, niha kirasek û zimanekî biyanî li ser tê ferzkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse