Li Dêrsimê bi dûayan pêşwazî li Çarşema Reş hat kirin

24-03-2023
Ali Haydar Gozlu
Li Dêrsimê bi dûayan pêşwazî li Çarşema Reş hat kirin
Li Dêrsimê bi dûayan pêşwazî li Çarşema Reş hat kirin
Nîşan Çarşema Reş Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê wek her sal Çarşema Reş bi dûa û niyazan hat pêşwazîkirin.

Roja dawî ya Çarşema Reş e li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê. Di baweriya Elewiyan de sê Çarşemên destpêkê yên meha Adarê wek Çarşema Reş tên binavkirin.

22ê Adarê hefteya dawî ya Çarşema Reş bû. Bi wê helkeftê hêjmareke zêde ya Dêrsimiyan çûne Gola Çeto, dûa bo qurbaniyên erdhejê û Kemal Kiliçdaroglu yê hemşariyên xwe kirin ku bûye berbijêrê Serokkomarê Hevpeymaniya Milet.

Welatî Yildiz Aşkin anî ziman, “Bila van erdhej û karesatan ji me dûr bixe, heger Kiliçdaroglu were dê zarok, neviyên me û miletê me xilas bibe.”

Welatî Hezan Tokmak jî li ser Çarşema Reş got, “Em ji Kiliçdaroglu re dua dikin, ew dibêje ku dê alîkariya hejaran bike û xilas bikim. Erdhej çêbû, ewqas mirov di bin xirbeyan de man, Tayyîp Erdogan qet çû, xwedî li wan kesan derket? Mirov hîn di konan de ne û di nava heriyê de ne, dema em wan dibînin em digirîn. Bila Xizir alîkarê wan be, êdî erdhej çênebin.”

Çarşema Reş nerîteke sedan salî ye û di heman demê de wek despêka demsala biharê jî tê dîtin.

Ji derveyî Elewiyên Dêrsimê li parêzgehên Erzingan, Erzerom, Mûş û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê jî nerîta Çareşema Reş zindî maye.

Welatî Eylem Tukle anî ziman, “Em îro ji bo Çarşema Reş hatin û niyazên xwe belav kirin. Me hêviyên xwe kirin, ya herî baş çi ye bila ew bibe. Xwedê alîkariya miletê me bike.”

Welatî Sultan Kuçukdag got, “Daxwaza min ji Xweda ew e ku ez êşa zarokên xwe nebînim, min mihtacî kesî neke, tenduristiyê bide mirovên li derdora min.”

Dêrsimî ku piraniya wan ji mezheba Elewî ne, di roja Çerşema Reş de li malên xwe û cihên pîroz çirayê pêdixin, ajelan serjêdikin, xwarineke taybet amade dikin û merasima Cem lidardixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst