Ji bin kavilan 78 kîlogram zêr hatine derxistin

24-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Zêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê canteyekî kemberên zêr  ji bin kavilê avaiyeke hilweşiyayî hat derxistinû bo rêveberiya ewlekariyê hat radestkirin. Li gor zanyariyan ew zêr yên zêringirek navder ên Mereşê ne û 78 kîlogram in.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an li navçeyên erdhejê karûbarên rakirina kavilan destpêkirin.

Li parêzgeha Mereşê ku navenda herdû erdhejan bû karûxebatên rakirina kavilan berdewam in.

Li gor zanyariyan li Mereşê di dema rakirina kavilê avahiyekê de operatorekê makîneya kar çanteyek tije ji kemberên zêr dibîne.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlekariya Mereşê çûn cihê bûyerê û zêr piştî girtina girtenameyan  bo  polîsan hatin radestkirin.

Dîmenên derxistina wan zêran hatin tomarkirin û li ser medyaya civakî hatin belavkirin.

Li gor zanyariyan ew zêr derdora 78 kîlogram in û yên zêrîngirê navdar ê Mereşê Îbrahîm Zabun in.

Hatiye raginadin zêrîngirê navborî li avahiya Pentapark a Merêşê rûdinişt ku piştî erdhejê bi temamî hilweşiyaye û nayê zanîn ku bi xwe ji bin kavilan rizgar bûye yan na.

Li gor zanyariyan nirxê her kembereke zêr derdora 10 hezar dolar e û Îbrahîm Zabun zêr didan zêringirên navçeyê jî.

Hatiye diyarkirin ku zêr niha li Rêveberiya Ewlekariya Mereşê tên ragirtin, eger Îbrahîm Zabun bi xwe xwedî lê derbikeve dê jê rê bên radestkirin, eger bi xwe nebe jî dê bo mîratxwerên wî bên dayîn.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereşê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, yên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) di amarên dawî de ragihand ku heta niha di erdheja Mereşê de li wan 11 parêzgehan zêdeyî 43 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyê Murat Kurum roja Çarşemê 22ê Sibata 2023an  ragihand wan kontrola 1 milyon û 188 avahiyên parêzgehên li herêma erdhejê temam kirine ku 4 milyon û 371 beşên serbixwe li xwe digre û gotibû “156 hezar avahiyên ku di erdhejê de xisarên mezin dîtine, dê bên hilweşandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst