Kurê Pêşmerge Zehra: Ew dayîka hemû Kurdistanê bû

24-02-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Şîna Pêşmerge Zehra li Qoserê hat danîn
Şîna Pêşmerge Zehra li Qoserê hat danîn
Nîşan Pêşmerge Zehra PDK Zehra Yigît
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Zehra Yigît a Qoserî ku li Bakurê Kurdistanê wek “Zehreya Pêşmerge”  dihat naskirin ji ber nesaxiya xwe ya zaturreyê di temenê xwe yê 77an de li Qosera bajaroka Mêrdînê jiyana xwe ji dest da. Kurê Pêşmerge Zehra dibêje dayîka wî ne tenê dayîka wî bû ew dayîka hemû Kurdistanê bû û kesayetiyek netewî bû.


Zehraya Pêşmerge yekem jina Bakurê Kurdistanê bû ku ew; di sala 1968an de tevî hevjînê xwe Hecî Eliyê Cazê li Bakurê Kurdistanê bibû endama Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û bi salan di nav xebatên partiyên Kurdistanî de cîh girtibû.


Keda Zehra Yigît li ser hemû rêxistin û partî herwiha siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê hebû; ji dermankirina pêşmergeyên birîndar bigire heta rêxistinkirina partiyên netewî. Zehra Yigît di temenê xwe yê 77 salî de ji ber nesaxiya zatureyê li Qosera Mêrdînê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê li ser wesiyeta wê li gundê dayika wê ya Welikê ya li ser Qosera Mêrdînê ji xaka sar re hate spartin.


Endamê Encumena PDK- Bakur Gazî Daş ji Rûdawê re wiha behsa Zehraya Pêşmerge kir: “ Heta kongreya mezin a 5an jî delega kongreya mezin bû, dihata kongreyê û komcivînên partiyê jî, tevlî dibû. Ew ligeli rehmetiyê hevjînê xwe Hecî Eliyê Cazê tevlî xebatan dibû, Kurdperwerên devera Mêrdîn , Şirnex, Zaxo, Duhok û Hewlêrê herkesê Pêşmerge Zehra nas dikirin serê gelê Kurd sax be."


Di şîna Pêşmerge Zehra de ji bilî Qoseriyan serok û sekreterên partiyên siyasî û herwisa mezin û giregirên eşîran amade bûn, gelek ji wan di salên qedexiyî de ji bo avakirin û sazkirina partî û kongreyan bi alikariya Zehrayê derbasî binxetê bibûn mirina jina Kurd ji wana re wek qehwa mirayê tehl bû.


Serokê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bûcak jî wiha axivî: “Li ser rêbaza Barzanî bû, dayîka me bû û xwûnga me bû, heta dawiya temenê xwe jî wê xebata netewî kir, wek ziyaretek bû ji bo me, hemû mijarên siyasî me pê re gotûbêj dikir, ji bo me wundabûneke pir mezine."


Pêşmerge Zehra di jiyana xwe de ji bo perwerdekirina nifşeke kurdewar xîretkêş bû tevî ku wê dibistan nexwendibû fêrî xwendin û nivisandinê bibû û wê gelek helbestên Cigerxwîn, Tîrêj, Sîyahpoş, Eliyê Herîrî, Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî ji ber dizanî.


Kurê Pêşmerge Zehra yê bi navê Salih Yigit jî got: “Dayîka min ne tenê dayîka min bû ew dayîka hemû Kurdistanê bû, kesayetiyek netewî bû, em dê keda wê li erdê nehêlin."


Jina Kurd a evîndara nirx û Ala Rengînî herî dawî ew dema ku Hêzên Pêşmerge ji bo piştgiriya Kobanî di rêya Bakurê Kurdistanê û Mêrdîn re derbas bûn, tevî temenê xwe yê zêde, bi Ala Kurdistanê li ser cadeyên Mêrdînê çû pêşwaziya wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst