Nêçîrvan Barzanî: Erk û berpirsyariyên PDKyê dîrokî û mezin in

16-08-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî PDK Damezrandin Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî got ku erk û berpirsyariyên PDKyê dîrokî û mezin in û divê PDK van erkên xwe bîne cih.

Îro 77emîn salvegera damezrandina PDKyê û herwiha rojbûna Serok Mesûd Barzanî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir.

Barzanî bal kişande ser rola dîrokî ya PDKyê û amaje pê kir ku PDK gelê Kurdistanê temsîl dike.

Peyama Nêçîrvan Barzanî bi avî awayî ye:

“Bi rêz û rûmet salvegera bûyer û werçerxaneke mezin a çarenivîsaz di dîroka gelê Kurdistanê de dikin.

Bi germî pîrozbahiyê li Serok Barzanî, malbat û kesûkarên şehîdan, polîtburo û komîteya navendî û hemû organ, kadro û endamên PDKyê dikim.

“PDK nûnertiya gelê Kurdistanê dike”

Şanazî ye ku PDK piştî temenekî dirêj, heta niha bi germ û gurî di meydana xebatê ye û nûnertiya gelê Kurdistanê dike.

Ji bo rûbirûbûn û çareserkirina astengî û bidestxistina siberojeke baştir û bi hêvî, rêbertiya xelkê Kurdistanê û armancên wê yên bilind dike.

Îro wekî dîrok û dana qurbaniyan, erk û berpirsyariyên PDKyê dîrokî û mezin in.

“Divê PDK erk û berpirsyariyên xwe bîne cih”

Divê wekî her demê erk û berpirsyariyên xwe bîne cih, hemû kesî li hev kom bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan înisiyatîvê wergire.  

Divê parêzer û pêşengê tebayî, yekrêzî, bihevrebûn, hevqebûlkirin û alîkariyê be.

Divê rola xwe ya aktîv û bibandor di parastina azadî, demokrasî, maf û destkeftên destûrî yên gelê Kurdistanê û ferzkirina federaliyê de bibîne.

Silav li hemû endamên partiyê, ji we û hemû gelê Kurdistanê re hêviya serkeftinê dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst