Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul serbest hat berdan

23-12-2022
RÛDAW
Nîşan Sînan Aygul Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan Sînan Aygul ku ji ber nûçeya îstîsmara zayendî ya li dijî zarokeke li navçeya Tetwan a Bedlîsê hatibû desteserkirin, serbest hat berdan.

Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Aygul di 14ê berfenbarê de ji ber nûçeya "îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan" hatibû girtin.

Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) ragihand ku Aygul hatiye berdan.

Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

“Ji bo parvekirina îdiaya îstismara zarokan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, rojnamevan Sînan Aygul ku di 14ê Berfenberê de bi hinceta Qanûna Dezenformasyonê (TCK 217/A) hatibû girtin, hat berdan.”

Çi bibû?

Rojnamevanê Bedlîsî Sînan Aygul ku îdiaya îstîsmar û tacizkirina zaroka 14 salî ya li Tatwanê kiribû nûçe, polîsan di 13ê Berfenbarê de bi ser mala wî de girtibû.

Aygul ê ku bi îdiaya ku “gel bi dijminatî û kîne tehrîk kirye” hatibû desteserkirin, piştî ku li dozgeriyê îfadeyên wî hatin wergirtin, bi daxwaza girtinê bo dadgehê hatibû şandin.

Sînan Aygun ê ku derxistibûn dadgehê hatibû girtin.

Piştî biryara girtinê Sînan Aygul li ser hesabê Twîtterê wiha bertek nîşan dabû

“Divê pêşî yên bê girtin ne rojnamevan bin! Divê yên bên girtin tacîzker û tecawizker bin. #RojnamegerîNeSûce.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst