Doza Tahîr Elçî – ‘Em dê dest ji vê dozê bernedin’

23-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lijneya Dadgehê ya doza Tahir Elçî careke din daxwaza ji bo guhdarkirina serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu red kir û danişîn paş xist. Parêzerên dozê jî gotin ku ew dê  dest ji vê dozê bernedin.

Şeşemîn rûniştina doza serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî, îro demjimêr 10:00ê berî nîvro li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. 4 gumanbar têne darizandin ku 3 jê polîs in.

Di rûniştina de ji bilî serokên baroyên Amedê, Colemêrg, Şirnex, Sêrt,  Dêrsim, Mûş, Çewlîg, Agirî, Mêrdîn,  Qers, Wan, Riha,  Dîlokê, Îzmîr, Enqere, Kirikkale, Artvîn, Edene, Samsûn, Antalya, Hatay û Bûrsayê serokên baroyên bajarên Rotterdam û Amsterdamê yên Hollandayê jî amade bûn.  

Dadgehê beriya niha di 15ê Hezîranê de li ser daxwaza Serokê Baroya Amedê Nahit Eren, biryar dabû ku serokwezîrê wê heyamê  yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu weke şahid amade bibe. Davutoglu kuştina Tahir Elçi weke “kuştineke siyasî” binav kiribû. Lê piştre Serdozgeriya Amedê bi piraniya dengan biryar da ku Ahmet Davutoglu di doza Tahir Elçi de nebe şahid.

Di rûniştina îro de jî parêzarên dosyayê daxwaza guhdarkirina Davutoglu kirin, lê ew daxwaz dîsa hat redkirin.

Hevjîna Tahîr Elçî,  Turkan Elçî, diyar kir ku piştî dozê xwestiye baweriya xwe bi edaletê û daraza bêalî bîne, lê niha baweriya nemaye.  

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî ji lijneya dadgehê xwest ku sedema dest ji biryara xwe  guhdarkirina Davutoglu zelal bike.  

Nahit Eren herwiha 20ê Îlonê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû, “Li ser daxwaza Serdozgeriya Amedê 10emîn Dadgeha Cezayên Giran bêyî ku li benda dîroka rûniştina dozê bimîne, derveyî rênimayên usulî, bi piraniya dengan biryar daye ku Ahmet Davutoglu di doza Tahir Elçi de nebe şahid.”

Parêzer Neşet Girasun diyar kir ku di 5 rûniştinê borî de ji 30 daxwazan 20 jê hatine redkirin û yên hatine qebûlkirin ti bandorke xwe li ser dosyayê nebûye.

Neşet Girasun got: “Tahir Elçî ne kesekî ji rêzê ye û wî kiryarên nediyar ên salên 90î yên dewletê eşkere kirine. Em şopdarên Tahir Elçî ne, em dê dest ji vê dozê bernedin." 

Lijneya dadghê rûştina bê  bo 5ê Tîrmeha 2023yan paşxist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst