Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.
Cejna Sere Salê ya Kurdên Êzidî (Çarşema Sor) yek ji cejnên herî diyar ên Kurdên Êzidî ye û her sal destpêka meha nîsanê Kurdên Êzidî li gorî çand û kevneşopiyên xwe pîroz dikin.
PWKyê bi vê wesîleyê peyamek belav kir û ev cejn li Kurdên Êzidî pîroz kir.
Cejna herî mezin a Êzidiyan e
PWKyê da zanîn ku Cejna Çarşema Sor cejna herî mezin a Kurdên Êzidî ye û got:
“Kurdên Êzidî di wê baweriyê de ne ku li gorî salnameya berê, çarşema yekem a meha nîsanê avabûna gerdûnê temam bûye û jiyan dest pê bûye.
Ji ber vê jî vê rojê wekî Cejna Çarşema Sor ango wekî Cejna Serê Salê pîroz dikin.
Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnar ê Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî xwediyê taybetiyeke dînî, kulturî, civakî û dîrokî ye.”
“Kurdên Êzidî ti carî dest ji ziman û çanda xwe bernedaye”
PWKyê bal kişand li ser komkujiyên li hemberî Kurdên Êzidî hatiye kirin û got:
“Di dîroka de xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî ji ber nasnameya xwe ya olî û neteweyî rastî gelek qetlîam û êriş û karesatan bûne lê wan ti carî dest ji zimanê Kurdî, dest ji nasnameya xwe ya olî, kulturî û Kurdayetiyê bernedaye.
Em di Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî de bangî hemû Kurd û Kurdistaniyên li cîhanê dikîn ku li himberî zilm û neheqî û êrişên li ser Kurdên Êzidî helwestê bigirin û rê jî nedin ku ti aliyek xwe li ser wan bisepînin.”
PWKyê herî dawî di peyama xwe de da zanîn ku ew di wê baweriyê de ne ku Parlamento, Serokatî , Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê ji bo birînên Kurdên Êzidî bêne pêçan dê biryarên teybet bigirin û got:
“Her wiha dê di bin desthilatî û serwerîya Rêvberiya Herêm Kurdistanê de hemû nirx û mafên olî, kultirî û xweîdarekirina herêmî ya Kurdên Êzidî biparêzin, bi pêş de bibin û bixin bin garantiyê.
Em bi hest û bîr û bawerî û hişmendîya xwe ya neteweyî û niştimanî Cejna Çarşema Sor a xwişk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî pîroz dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse