Stenbol – Ji ber veguhestina taxê di navbera welatiyan û polîsan de alozî derket

23-08-2022
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Li Stenbolê projeyên nûjenkirina taxên kevin berdewam in
Li Stenbolê projeyên nûjenkirina taxên kevin berdewam in
Nîşan Stenbol Beykoz Tokatkoy
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Projeyên nûjenkirin û veguhestina bajarvaniyê li Tirkiye berdewam dibin sedema ragêşiya di navbera xelk û polîsan de. Li Stenbolê jî ku nêzikî 10 taxên cûda ketine ber van projeyan mexduriyeteke mezin derketiye holê. Herî dawîn li Tokatkoy a ser bi Navçeya Beykozê ve polîs û zabitayan bi darê zorê xelk ji malên wan derxistin û dest bi xirakirina xaniyan kir.Di navbera şêniyê taxa Tokatkoy û polîsan de ragêşiyek mezin derket û gelek kes brîndar bûn nêzikî 20 kesan jî hatin desteserkirin. Xelk pirsa dadwerî, maf û hemwelatîbûnê dike.

Şaredariya Beykozê bi projeyeke mezin dixwaze taxa Tokatkoy bi temamî vala bike. Xelkê taxê ji ber ku naxwazin ji taxa xwe derbikevin û heqê wan nayê qerebûkirin nerazîbûnê nîşan dide. Piştî ku zabitayên şaredariyê hatin bo valakirina malan, xelkê barîkat danîn û rê nedan. Li ser vê hêzeke zêde ya polîsan bo taxê hate veguhestin û mal bi zorê hatin valakirin. Gelek kes birîndar bûn û nêzikî 20 kes jî di bin çavan de ne.

Niştecihê taxê Beytullah Asal got: “Ji 5ê serê sibehê ve bi guleyên plastîk, gaz û jopan hatine. Apê min avêtin xwarê. 3-4 polîsan ew girtin û avêtin xwarê. Ez bi heman rengî avêtim. Çend kes girtine. Çima girtine, ji ber ku ji mal û namûsa xwe wedî derdikevin. Ji bo ku milet ji mal û namûsa xwe xwedî derdikeve digirin û dibin. Ma zilmeke wiha heye? Edaleteke wisa heye ma?”

Welatî Rasîm Asal jî dibêje: “Ew ji zilmê pê ve ne tişteke. Zilme li welatiyan tê kirin. Xelk doh ji 5ê sibehê ve li ser rêyan e. Ma a wiha baş e? misilmantiyeke wisa heye? Li gor te heye. Ma em ne hemwelatiyên tirk in. Ez 40 sal in li vir im. Hatime min bi zehmetî ji zarokên xwe re starekey çêkiriye û serê xwe daye bin. Ez dê çawa bikim, bi ku ve biçim ji van salan şûn de.”

Li taxa Tokatkoyê nêzikî 600 mal ketine ber projeya veguhestinê. Heta niha derdora 110 avahî hatine rûxandin û ji bo yên din jî proseya xirakirinê berdewam dike. Ew demek e li taxê av, kareba û gaz hatiye birîn û bo ku xelk ji malên xwe derkeve molet hatiye dayîn. Di dawiya moletê de jî rewşa ku derketiye ev e.

Welatî Selma Asal jî got: “Zordariyê dikin ma ez çi bêjim wa ye çav dibînin. Ma valakirin wiha dibe, weke ku malê xelkê desteser bikin. Ev dizî ye.”

Piraniya xelkê taxê xelkên ji herêma behra reş in. Ew dibêjin ku tu mafên wan nehatine dayîn û tenê ji wan tê xwestin da herin li dereke din akincî bibin.

Niştecihê taxê Kadîr Kiliç jî wiha axivî: “Em ne ew kesin ku em tiştekî bi polîsên xwe an leşkerên xwe bikin. Dem hatiye wan em parastine lê dem hatiye me ew parastine. Birayekî min ê 15 salî polîsan lê dan. Ez dixwazim pirsekê bikim û bila yek bibersivîne. Ew zarok ewê wê travmaya lêdana polîsan çawa li ser xwe bavêje? Eger sibê rabe tiştên ne baş bifikire wê çi bibe? Derheqê polîsan de tiştê ne baş bifikire wê çi bibe?”

Li Stenbolê li derdora 10 taxan bi heman rengî rûxandin berdewam dike. Tevî ku welatiyan serî li dadgehê xistine û proseya dadwerî hîna bi dawî nehatiye jî şaredarî bi darê zorê û bi alîkariya hêzên emnî berdewam xaniyan dirûxînin. Li pirê van taxan jî av û kareba û gaz qutkirî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst