Nêzîkî 200 hezar geştiyar di betlaneya cejnê de hatin Kurdistanê

23-08-2018
RÛDAW
Nîşan Geştiyar Cejna Qurbanê Betlane Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 181 hezar geştiyar di nav çend rojên betlaneya cejna Qurbanê de hatine Herêma Kurdistanê û li gor cejna Qurbanê ya sala par, hatina geştiyaran %24 zêde bûye.

 

Berdevkê Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê Nadir Rostî ragihand: “Di nav pênc rojên 18 - 22ê Tebaxê de 181 hezar geştiyar hatin Herêma Kurdistanê, di cejna Qurbanê ya sala 2017an de 145 hezar geştiyar hatibûn, ango bi rêjeya %24 hatina geştiyaran zêde bûye.”

 

Nadir Rostî diyar kir: “Hatina geştiyaran berdewam e û hejmara wan zêde dibe, amarên herî dawî jî em dê di roja dawî ya cejnê de bi hûrgiliyên zêdetir ragihînin.”

 

Rostî duh amarên 6 mehên borî yên hatina geştiyaran bo Herêma Kurdistanê belav kir û ragihand: “Milyonek û 310 hezar geştiyar di nav 6 mehên îsal (2018) de hatine Herêma Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst