Ayşe Gokan: Jinên Kurd hedef digirin

23-05-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Berdevka Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokan
Berdevka Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokan
Nîşan Amed HDP Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokan Kurdistan Kurd
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li ser biryara Serdozgeriya Bajarê Amedê polîsan duh li Amed, Riha, Wan û Edeneyê avêtin ser malên rêveberên HDP, DBP û Tevgera Jinên Azad û 18 kes binçav kirin.

Di operasyona desteserkirinê de Parlamentera HDPê ya berê Ayla Akat û Şaredara Bajaroka Sixkê ya Wanê Gulcîhan Şîmşek jî tê de 8 aktivîstên jin hatin desteserkirin.

Endamên Komeleya Jinan a Rosayê û Platforma Jinan a Dîcle Amedê li hemberî desteserkirina endamên xwe nerazîbûn nîşan dan. Aktivîstên jin vê desteserkirinê weke êrîşek li hemberî jinên Kurd bi nav dikin.

Ayşe Gokan, Berdevka Tevgera Jinên Azad, dibêje, “Bi taybet jinên Kurd hedef digirin û êrîş dikin. Ji bo ku jinên Kurd bêdeng bikin, pûç bikin û bê îtibar bikin bi hincetên vala hereketên wisa cih û pêhan dikin.”

Di serdegirtina malan de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk DBP'ê Mehmet Aslan û hin rêveberên HDP'ê yên Amedê jî hatin desteserkirin.

Li ser rêgirtina polîsan, di navbera parlamenteran û polîsan de muzakereyan dest pê kir. Piştre polîsan hişt tenê parlamenter û hevserokên HDP'ê li derve daxuyaniyê bidin.

Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya HDPê diyar dike, “Digel hemû tiştî em ê li hemberî êrîşên we rawestin û têkoşîna xwe heta dawiyê berdewam bikin.”

Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê jî desteserkirina rêveberên xwe weke xitimandina siyasetê dibîne.

Zeyad Ceylan, Hevserokê HDP a Amedê  radigihîne, “Di lênûska wan de qebûlkirina Kurdan, çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aştiyane, siyasî û demokratîk nîn e. Tekane çareseriya xwe AKP û MHP di êrîşê de dibînin. Em vê êrîşa dawiyê jî bi konsepta giştî ve girêdayî dibînin.”

HDP û DBP girtina rêveberên xwe weke berdewama polîtîkaya danîna qeyûman dibînin. Lê AK Partî û MHP desteserkirina rêveberên HDP, DBP û saziyên nêzî wan weke têkoşîna li dijî terorê bi nav dikin. Ji ber ku li ser dosyeya kesên hatine desteserkirin biryara nepenîbûnê heye, naveroka dosyayê ya tewanbarkirina van kesan hêj zelal nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst