Şaredariya Amedê bi kabîn û panelên rojê alîkariya hingivvanan dike

24-05-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şaredariya Amedê Hingiv Kabîne Panelên Rojê Alîkarî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ku di kar û barên hingivvanan de hêsankariyê bike, li 30 hingivvanan 30 kabînên weke malan û 30 panelên rojê belav kirin. Hingivvan bi saya van kabîn û panelên rojê ku elektrîka wan dabîn dike bi şev û roj dikarin li ber mêşhingivan bin.

 

Mehmet Sadî ev çend roj in gelek kêfxweş e. Ji ber ku kewarên wî yên mêşhingivan ji bajêr û gundan dûr e, berê nedikarî pêdiviyên xwe yên rojane ku bi elektrîkê pêk tê bi cih bîne.

 

Lê niha ji ber ku hem kabîn û hem jî panelên enerjiya rojê li cihê mêşên xwe bi cih kiriye, ew hemû pêdiviyên xwe yên bi elektrîkê ji van panelan pêk tîne. Ji ber vê yekê jî qet hewce nake ji bo şarjkirina amûrên elektronîk biçe bajêr an jî gundekî.

 

Hingivvan Mehmet Sadî  ji Rûdawê re ragihand: “Niha di bereqeyê de weke odeyek, malekê rihet e. Em ji xwe re li wir radizên. Panelên rojê hene, em telefonên xwe pir rihet dikin şarjê û sarincên xwe dixebitînin. Ji me re gelek baş bû.”

 

Xwediyê vê projeya kabînên weke malan û panelên enerjiya rojê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye. Ji bo ku hingivvan bikaribin bi hêsanî karê xwe bikin, kalîteya hingiv û tonaja wê zêde bibe dê hin alîkariyên din jî bidin hingivvanan.

 

Serokê Şaxa Pêşvebirina Karên Hilberîneran Nevzat Demîr ji Rûdawê re diyar kir: “Me 30 kabîn û 30 panelên rojê li hilberînerên hingivan belav kirin. Sedema vê projeya me, hêsankirina kar û barên hingivvanan bû. Me îsal 850 kewaran jî li wan belav kir. Em dixwazin bi van projeyan li bajarê xwe hingivvaniyê bi pêş bixin.”

 

Digel ku bajarê Amedê milyonek û 800 hezar nifûsa wî jî heye, li Amedê hilberîna hingiv salane tenê 200 ton e. Ew dixwazin vê tonajê bi projeyên hêsankariyê derxin 300 tonan.

 

Serokê Yekitiya Mêşvanên Hingiv Alî Riza Demîr diyar kir: “Li Amedê dora 600 malbatên me yên ku mêşvaniyê, hingivvaniyê dikin hene û debara xwe bi karên hingivan dikin. Li bajarê me bi tevahî 109 hezar kewarên mêşan hene. Eger serê kewarek 20 kîlo bide, dike 200 ton. Hindik e. Ji Amedê re hindik e.”

 

Tevî ku li 16 navçeyên Amedê bi milyonan donim zevî hene jî, Amedê heta niha nekariye bi hingivê Şemzînan, Çewlik, Bedlîs û Dêrsimê re rikaberiyê bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst