Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê rêya 385 gundan hat girtin

23-03-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêya 385 gundan hat girtin.

Pêleke barîna berfê di destpêka biharê de hejmarek parêzgehên Bakurê Kurdistanê daye ber xwe û ji ber barîna berfê rêyên 385 gundan li çar parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê hatine girtin.

Wan

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku ji ber berf û pûkê rêya 22 gundan hatiye girtin. Tîmên şaredariyê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe berdewam dikin.

Parêzgariya Wanê jî ragihand, tê çaverêkirin îro demên nîvro li navçeyên başûr ên parêzgehê berfeke zêde destpê bike û heta sibehê berdewam bike.

Mûş

Rêveberê Îdareya Taybet a Bajêrê Mûşê Şeyhmus Yentur jî ragihand, ji ber berfê rêya 67 gundan hatiye girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam in. Herwiha li navenda Mûşê jî tîmên şaredariyê dest bi paqijkirina cade û kolanan kirine.

Colemêrg

Rêveberê Îdareya Taybet a Colemêrgê ragihand, ji ber keşûhewaya nerênî rêya 40 gundan hatiye girtin û di encama xebatan de rêya 38 gundan hat vekirin. Tîmên Rêveberiya Îdareya Taybet a Bajêr, ji bo vekirina rêyan bênavber dixebitin.

Bedlîs

Li Bedlîsê jî hefteyekê zêdetir e berf dibare û rêya 294 gundan hatiye girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam in. Li navenda bajêr jî tîmên şaredariyê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst