295 xwendekarên Şingal û Zûmarê li Herêma Kurdistanê hatin wergirtin

23-02-2022
Yûsif Mûsa
Xwendevanên îsal hatine wergirtin dê saleke din dest bi xwendinê bikin
Xwendevanên îsal hatine wergirtin dê saleke din dest bi xwendinê bikin
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Bi biryara Wezareta Xwendina Bilind û Wekolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê,  259 xwendekarên ji navçeyên Zûmar û  Şingalê li Herêma Kurdistanê hatin wergirtin.  Xwendevan dibêjin wan nexwestine li zanîngen Iraqê bixwînin, ji ber ku metirsî li cem hebûye, lê ji ber ku ew dereng li zanîngehên Herêma Kurdistanê hatine wergirtin dê saleke din dest bi xwendina xwe bikin.

Xwendekar Ferhist Derwêş ê li Kmapa Çemişko xwendina amadehiyê temam kir û karî îsal bi puanên xwe, Koleja Pizîşkî ya Zanîngeha Zaxo dest bixe.

Xwendekarê Şingalê Ferhist Şingal dibêje: “Me teqdîmî zankoyên Iraqê kirbû, lê têkrayên wan bilinnd bûn, bi 99,6 werdigirtin, lê formeyek Herêma Kurdistanê dane me, me teqdîm kir, ez li Zanîngeha Zaxo hatim wergirtin.”

Bavê Ferhist Derwêş, Derwêş Heso got: “Xetere bû, rewşa Mûsil gelek xirab bû, piştî em hatin Kurdistanê em gelek kêfxweş bûn.  Ev der aram û xweş e, herwiha bê mesref e.”

Biryareka Wezareta Xwendina Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê 259 xwendekarên Şingal û Zûmar û Tileferê li sê zankoyên parêzgeha Duhokê hatin wergirtin.

Cîgirê Serok Zanîngehê bo Karûbarê Xwendekaran Dr. Karwan Ceqsî got: “Li parêzgeha Duhokê navendek hate vekirin, ew jî Zanîngeha Duhokê bûye. Form hatine dabeşkirin û her kesê li gor dilê xwe daxwazên xwe pêşkeş kirin. Xwendekar li gorî puanên xwe hatin wergirtin.”

Xwendekarên hatibûn wergirtin, ji ber wê rewşa emnî nexwestibûn li zanîngehên Iraqê bixwînin, li zanîngehên Kurdistanê jî dereng hatine wergirtin.

Derbarê vê yekê de Serokê Zanîngeh Duhokê Dr. Dawud Silêman jî got: “Wergirtna wan dereng destpê kir, navên wan ji wezaretê deren gihiştin me. Heta proseya tecîlkirin û wergirtinê bidawî bû, simestra yekê bi dawî bû, lewma me xwendina wan salekê paş xist.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst