Li Kampa Berdereşê zaroka Rojavayî ya 1.5 salî canê xwe ji dest da

23-02-2020
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Hûlyana, zaroka 1.5 salî ya ji Rojavayê Kurdistanê li kampa Berdereşê di bûyereke şewatê de canê xwe ji dest da.
Hûlyana, zaroka 1.5 salî ya ji Rojavayê Kurdistanê li kampa Berdereşê di bûyereke şewatê de canê xwe ji dest da.
Nîşan Kurdistan Kampa Berdereş Hûlyana Rojava
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Li kampa Berdereş a penaberên Rojavayê Kurdistanê, di bûyerekê de zarokeke biçûk a temen 1 sal û 5 mehî ji ber şewata di encama ava keliyayî de canê xwe ji dest dan û dayika wê jî laşê wê şewitî.

Navê wê zaroka biçûk Hûlyana û navê dayika wê jî Jana Fêysel Mihemed e, ku xelka Rojavayê Kurdistanê û ji bajarê Serê Kaniyê ye.

Li gor agahiyên Rûdawê, Jana Fêysel Mihemed, beriya hefteyekê dema ku av danîbû ser sobê, sobê gup kir û av bi ser wê û keçika wê ya temen 1 sal û 5 mehî de rijiya, piştî berxwedaneke 7 rojî keçik mir û dayika wê bi birîna laş û kezeba xwe vegeriya kampê, ew dizane derman ji kezeba şewitî re tune ye lê daxwaz dike, ku birînên laşê wê bên dermankirin.

Jana Fêysel Mihemed, dayika Hûlyana ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Keçika min derbasî nexweşxanê kirin gotin 40 ji sedî şewitiye lê ez derbasî nexweşxanê nekirim, gotine min vegere mal şewata sivik bi hetwanan çareser dibe, êvarê dengê qêrîn min esman qelaşt ji êşe, keçika min mir lê bila min derman bikin.”

Piştî neştergeriya ku jê re hat kirin û hemû hewldanên malbatê, Hûlyanayê canê xwe ji dest da û dê li Başûrê Kurdistanê bi axê bihê spartin.

Malbata Hûlayanayê ku ji ber xema ji dest dana keça xwe gelek xemgîn in, hêvî dikin ku alîkariya wan bê kirin daku birînên dayika Hûlyana çareser bibin.

Delal Temo, Metika Hûlyana jî ji Rûdawê re got: “Em çûne nexewşxaneya şewitandinê ya li Duhokê, me dixwest dayika wê jî derman bikin lê ew wernedigirtin, ew vedigerandin nizanim çima, gotin neştergirî ji keçikê re pêwîst e û 1500 dolarî xerciya wê ye, piştre jî gotin 3 milyon dînar xerciya odaya çavdêriya tund e.”

Ev duyem haleta mirinê li kampa Berdereşê ye, beriya niha gencekî xwe şewitand û Hûlyana jî bi şewatê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst