Geştyarên biyanî ji ber şer ditirsin û naçin Tirkiyeyê

23-01-2024
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Geştiyar Stenbol Tirkiye Şerê li Xezeyê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Şerê Îsraîl û Filistînê bandorê li ser sektora turîzmê ya Tirkiyeyê jî dike.

Li gorî rapora Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Stenbolê, di meha Çiriya Paşîna 2023yan de hatina geştyaran a Stenbolê li gorî heyama sala borî ji sedî 4 kêm bûye.

Şerê Îsraîl û Filistînê, girêdayî vê politikaya derve ya Tirkiyeyê, enflasyona bilind û hewaya sar ya zivistanê di nav 2 mehên dawî de dibin sedem ku geştyarên biyanî kêmtir berê xwe bidin Tirkiye û Stenbolê.

Bi taybetî jî ev rewş bandorê dide ser bazara esnafên li deverên turîstîk ên wekî Emînonu, Sultanahmet û Taksîm Beyogluyê.

“Li gorî par û pêrar hatina turîstan zaf kêm bûye”

Esnaf Abdulah Bilir wiha axivî, “Li gorî par û pêrar hatina turîstan zehfî kêm bûye.

Sala par van çaxan, rojê du sê caran loqenteya me tijî dibû lê niha pir nadir tên. Carinan qafileyên mezin tên hew.

Ji loma jî em ji mecbûrî karkerên xwe kêm dikin û kesên ji malê digrin kar.”

Pasaja Atlasê li kolana Îstiklalê ya herî qelebalix û navdar a Stenbolê ye. Ev pasaja ku geştyaran ji bo cilûbergên tesktîl, xişr û diyariyan berê xwe didayê niha vikûvala ye.

Esnafên pasajê dibêjin, ew carinan rojane qet kar nakin û nikarin kirêya dikana xwe bidin.

“Sedema kêmbûna turîstan şerê Îsraîlê ye”

Esnaf Şenay Canturkê got, “Li gorî min sedema kêmbûna turîstan şerê Îsraîlê ye. Tabî enflasyona bilind a li Tirkiyeyê jî bandorê dike.

Biyaniyên ku li Tirkiyeyê dijîn jî êdî danûstandinê nakin. Jixwe gele me jî ji ber bihayên zêde tiştan nikarin bistînin.

Yanê ev nêzî 2 meh in rewş ne baş e. Wiha dewam bike dê esnaf dikanên xwe bigrin.

Esnaf Sînan Yigit diyar kir, “Niha turîst nînin. Em carinan qet siftehê nakin û diçin malê. Em êdî nikarin kirêya dikanên xwe bidin. Mesref pir zêde ne.”

“Him geştyarên ji welatên Ereb him jî ji welatên Rojavayî kêm bûne”

Acenteyên turîzmê jî ji ber kêmbûna turîstan bi gilî û gazin in. Li gorî sektora turîzmê, di demên dawî de him geştyarên ji welatên Ereb him jî ji welatên Rojavayî kêm bûne.

Berpirsê Acentaya Turîzmê Merwan Rifat anî ziman, “Bi rastî jî di demên dawî de hatina geştyaran gelek kêm bûye.

Him geştyarên biyanî him jî yên welatên Ereban. Bihayê gelek tiştan û mesref pir zêde bûn.

Ji ber pirsgirêka şerê li Rojhilata Navîn jî geştyarên biyanî ditirsin û nayên Tirkiyeyê.”

Li gorî Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Stenbolê, di heyama navbera Kanûna Paşîn û Çiriya Paşîna 2023yan de, 16 milyon û 51 hezar geştyarên biyanî çûne Stenbolê.

Ev rêje li gorî 11 mehên sala 2022yan ji sedî 9 zêde bûye lê di meha Çiriya Paşîn de hatina geştyaran ji bo Stenbolê li gorî heyama sala borî ji sedî 4 kêm bûye.

Herwiha ji ber ku amarên meha Kanûna Pêşîna 2023yan û Kanûna Paşîna 2024an nehatiye eşkerekirin hîn jî nayê zanîn ka rêjeya van her du mehan çiqas e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst