Li Dîlokê hemû geştên asmanî hatin rawestandin

23-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde û şert û mercên ne guncav ên hewayê hemû geştên asmanî hatin rawestandin. Herwiha berfê bandoreke nerênî li çûn û hatina welatiyan jî kiriye.

Li parêzgeha Dîlokê îro 23ê Çileya 2022ê berfeke zêde bariya. Bi destpêkirina berfê di demek kurt de rêyên nav bajêr  hatin girtin û astengî ji çûn û hatina welatiyan re çêbûn.

Li gor zanyariyan Tîmên Şaredariyê ji bo vekirina rêyan dest bi kar û xebatên xwe kirine û xebatên wan berdewam in.

Ev di demekê de ye rêya sereke ya Kîlîs-Dîlokê jî ji ber berf û pûkê ji çûn û hatinê re hat girtin û rê bo şofêran nayê dayîn ku biçin parêzgeha Dîlokê.

Hat ragihandin ku berfê bandoreke nerênî li geştên asmanî jî kiriye û ji ber berfa zêde û şert û mercên ne guncav ên hewayê, hemû geştên asmanî yên li Dîlokê hatine rawestandin.  

Ev di demekê de ye hefteya borî jî li Dîlokê berfekê zêde bariya bû û li bajêr jiyan rawestandibû. Ji ber berfê rê hemû hatibûn girtin û bi hezaran welatî bi otomobîl û barhilgirên xwe li ser rêyan mabûn asê. Beşek ji xelkê Dîlokê nerazîbûn dijî xemsariya şaredariyê ya di paqijkirina rêyan de nîşan dabûn.

Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e û rêyên gelek gund û navçeyan ji ber berfê hatine girtin. Li gor zanyariyên Saziya Keşnasiyê dê daketina pileyên germê û barîna berfê li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê bo dema hefteyekê berdewam be. Aliyên peywendîdar ji ber egerên çêbûna bûyerên trafîkê û metirsiya aşûtê berdewam hişyariyê didin welatiyan ku ji xeynî rewşên awarte zêde çûn û hatinê nekin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst