Rêya sereke ya Erzîngan-Sêwazê ji ber berfê hat girtin

23-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêya sereke ya navbera parêzgehên Erzîngan û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûka zêde ji aliyê polîs û cendermeyan ve bo trafîkê hat girtin.

Li gor zanyariyan di demjimêrên şeva borî de li ser rêya Erzîngan û Sêwazê berf û bahozeke bihêz destpê kiriye û berf û pûkê di demeke kurt de ew rê girtiye.

Li ser vê yekê tîmên polîs û cendirmeyan ji ber metirsiya mana di rê de û egera aşûtî û çêbûna bûyerên trafîkê, rê bo demekê ji çûn û hatinê re girtin. Li gor zanyariyan niha bi tu awayî rê bo şofêran nayê dayîn ku li ser wê rêyê çûn û hatinê bikin.

Hat ragihandin ku Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr bo vekirina rê dest bi kar kirine û xebatên paqijkirin û xwêkirina rê berdewam in. Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e û rêyên gelek gund û navçeyan ji ber berfê hatine girtin.

Li gor zanyariyên Saziya Keşnasiyê dê daketina pileyên germê û barîna berfê li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê bo dema hefteyekê berdewam be. Aliyên peywendîdar ji ber egerên çêbûna bûyerên trafîkê û metisiya aşûtê berdewam hişyariyê didin welatiyan ku ji bilî rewşên awarte zêde çûn û hatinê nekin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst