Kirîza aborî ziyaneke mezin gihandiye cotkarên Bakurê Kurdistanê

23-01-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Cotkarên Bismilê ji ber berzbûna nirxê elektrîkê nikarin  serayên xwe germ bikin
Cotkarên Bismilê ji ber berzbûna nirxê elektrîkê nikarin serayên xwe germ bikin
Nîşan Krîz Aborî Tirkiye Bakurê Kurdistanê Amed Bismil Cotkar Sera Tamata Bacansor
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Qeyrana aborî ya ku li Tirkiyeyê niha peyda bûye, xisareke mezin dide cotkarên Bakurê Kurdistanê. Li navçeya Bismil a Amedê seravanên ku van salên dawî di mehên zivistanê de di bin konan de çandiniyê dikirin niha ji ber berzbûna nirxê elektrîkê nikarin  konên xwe germ bikin û ew dibêjin îsal ev hilberînên wan ên dawî ne û ew dê  nema êdî vî karê bikin.

 

Fikret Yetek cotkarekî Bismil a bajaroka Amedê ye ku ew ev 7 sal e karê seravaniyê dike, bi kelecaneke mezin projeyê xwe ya avakirina serayê dabû pesendkirin û dest bi çandina tamat ango bacansoran kiribû, heta sala borî jî wî ji vê serayê salane 400 ton tamat berhem dianî.


Fîkret  heta niha seraya xwe bi elektirîk ango karebayê germ dikir; lê îsal nirxê elektirîkê heta % 44 an zêde bû û niha xerciya elektirîkê kar û xisara wî dernaxe, ew bi neçarî bi sobeyan seraya xwe germ dike da ku hilberînên mayî ji şewitandinê rizgar bike; lê roja wî kareba qut kir û sobe danî hilberînê wî roj bi roj diçilmisin û heke ev sera bişewite dê 2 milyon tl ango 377 hezar dolar dê bi xwe re bişewitîne.


Derbarê vê yekê de Seravan Fîkret Yetek ji Rûdawê re wiha got: “Welatê me ne wek bajarên Antalya û Mersînê germ e, divê zêdetir em enerjî bikar bînin. Daxwaza me ji dewletê ku sistema rojê ji me re ava bike; bi vî awayî em nikarin bimeşînin, li vê derê 100-150 rêncber hebûn, niha me hemû ji kar derxistine."


Li Bismilê ji 18 serayên heyî  îsal tenê 2 serayê aktîf mane; gelek seravanên Bismilê niha serayên xwe şûnda hêştine. Tevî ku bi milyon dolaran xisara wan çêbûne, gelek ji wan dixwazin ku hikumeta Tirkiyeyê ji halê wan re çareyek bibîne; ji ber plana hikumeta Tirkiyeyê ew bû ku bajaroka Bismilê dê di warê kiştukaliyê de bixe navendekî sereke.


Serokê Jûra Kiştukaliyê ya Bismilê Mihemed Arslan jî dibêje ku kêşeyên wan yên di warê kiştukaliyê de zêde ne û divê hikumeta Tirkiyeyê di warê mazot gubre û karebayê de palpiştiya wan  bike.


Serokê Jûra Kiştukaliyê ya Bismilê Mihemed Arslan jî got: “Ez bi xwe AK Partiyî me, em dixwazin ku Serokomarê me ji halê me cotkaran re çarekî bibîne û hikumeta me zêdetir guhê xwe bide kêşeyên cotkaran, heke wiha here dê partiya me deng winda bike, ez naxwazim AK Partî deng winda bike"


Bismil navçeyek di navbera parêzgehên Amed û Êlihê de ye ku salane li ser 4 milyon û 300 hezar donim zeviyên wê kiştukaliya avî tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst