Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan behsa deklarasyona HDPê kir û got, “Di afirandina alternatîveke demokratîk de li şûna “desthilata AKP-MHPê” kêm e û bi gotina wî divê bernameyeke din bê danîn. Kalkan got jî, “Têkoşîna li dijî rêveberiya Recep Tayyîp Erdogan ku bi deh hezaran şehîd hatine dayîn, ne ji bo wê ye Kemal Kiliçdaroglu biçe cihê wî.”
Duran Kalkan ku yek ji damezrênerên PKKê ye, bi boneya 43emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gotarek ji malpereke nêzikî PKKê re nivîsand.
Damezrandina PKKê
Li ser damezrandina PKKê, Duran Kalkan amaje bi wê kir ku di rastiyê de bingeha PKKê di civîneke 6 kesî de hat danîn ku Newroza 1973an li bendava Çubuk a Enqerê birêve çû.
Kalkan di nivîsa xwe de behsa wê kir ku ji bo wan her sal ji sala derbasbûyî dijwartir û berfirehtir derbas dibe û got, “sala 43 a têkoşîna PKKê jî ji salên derbasbûyî berfirehtir û dijwartir derbas bûye.”
Rewş û dawî pêşhatên siyaseta Tirkiyê jî di gotara Kalkan de cih girtin û Endamê Komîteya Rêveber a PKKê dibêje, li ser zêdebûna zextên naxwe û derve, egera wê zêde bûye ku AKP-MHP biryara hilbijartinê bidin û liv û tevgera zêde ya siyasî jî wek nîşana vê yekê binav kir.
Plana AKPê çi ye?
Kalkan got, “AKP plan dike 50+1 biguhere, wek yekem partî bê hilbijartin û dîsa bibe desthilat. CHP jî dixwaze partiyên din ên opozisyonê yên jibilî HDPê li ser bingeha `sîstema nû` bikêşe aliyê xwe û bibe desthilat.”
Li gor Duran Kalkan rê û rêbaz her çi be jî divê “faşîzma têkçûyî ya AKP-MHP” bê hilweşandin û dibêje, “lê divê rê bi wê yekê jî neyê dayîn ku kesên xwedî pişka herî kêm in di têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHPê de, cihê wan bigirin. Tê dîtin ku `Tifaqa Millet` di nav fêlbaziyeke bi vî rengî de ye. Bêguman têkoşîna li dijî rêveberiya Recep Tayyîp Erdogan ku bi deh hezaran şehîd hatine dayîn, ne ji bo wê ye ku Kemal Kiliçdaroglu biçe cihê wî.”
`Divê bernameyek bê danîn`
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan di gotara xwe de li ser `nexşerê û deklerasyonê` rexne li HDPê girtin û got, “Bêguman dawî deklerasyona HDPê ji bo zelalkirina bernameya xwe û tekezkirina siyaseta xeta sêyem, baş bû, lê di avakirina alternatîva demokratîk a desthilata AKP-MHPê ya têk diçe de, kêm bû.”
Duran Kalkan pêşniyazek jî li HDPê kir û got, “Divê bernameyeke demokrasiyê ya ku aliyên berfireh ên siyaseta demokratîk tîne ba hev, dane û li ser vê bingehê ji bo tifaqên hilbijartinê ji niha ve bi awayekî aktîv bixebite.”
Nexşerêya HDPê
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 27/09/2021an li Enqera paytexta Tirkiyê deklerasyon û nexşerêya siyaseta xwe eşkere kiribû.
Deklerasyona HDPê ji 11 maddeyan pêk dihat û tê de tekezî li ser demokrasiyeke bihêz, darazeke bêalî û serbixwe, îradeya gel, ne rejîma qeyûman, çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd, dîplomasiyeke aştiyane, azadî û wekheviya jinan, di aboriyê de edalet, di rêvebiriya giştî de liyaqet, parastina xwezayê, jiyaneke azad ji bo ciwanan û destûreke demokratîk hatibû kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse